EDENE - Endamê DHF'ê Dîren Taşkiran ê 6 meha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî ma û paşê hat tehliyekirin diyar kir ku, bi pêvajoya OHAL'ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zaf zêde bûne û wiha got: "Di demên pêş de dibe girtiyên welatparêz û şoreşger, bi yên ji FETO'yê girtî û yên edlî re rû bi rî bên û bi vê re dibe provakasyonekê derxînin."
Endamê DHF'ê Dîren Taşkiran ê 6 meha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî ma û paşê hat tehliyekirin, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê agahî dan. Taşkiran anî ziman ku, bi OHAL'a piştî hewldana derbeyê hat îlankirin re, li girtîgehan pêkanînên cidî xistine dewrê û got, bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêde bûne.
Taşkiran rewşa li girtîgehaê wiha pûxte kir: "Beriya OHAL'ê jî li girtîgehan binpêkirinên mafan hebûn. Bi pêvajoya OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêdetir bûn." Taşkiran got, bi OHAL'ê re mafên girtiyên siyasî yên bi têkoşînê bi dest xistibûn ji dest wan hatine girtin û anî ziman ku, qada hevpar jî tê de gelek mafên girtiyan ji dest wan hatine girtin. Taşkiran ragihand ku, pirtûkan nadin girtiyan û dema wan î hevdîtinên kêm kirine û diyar kir ku, girtiyên nexweş li gor kêfa îdareya girtîgehê sewqî nexweşxaneyan tên kirin.
'DEMA MIN BIRIN ODEYA BISÎNGER HINDIK MABÛ BIFETISIM'
Taşkiran anî ziman ku, li girtîgehê li qawîşên 3 kesî 6 kes dimînin û ji ber ranza kêm in, girtî li erdê radizên. Taşkiran diyar kir ku, li girtîgehê bi awayekî kêfî lêgerîna qawîşan tê kirin û got, girtiyên li dijî lêgerînê dertên jî bi awayekî derbkirî wan dibin odeya bisînger û wiha domand: "Bi awayekî kêfî lêgerîn dikirin û dest datanîn ser amûrên me. Dem me îtiraz dikir jî digotin, 'em dewlet in, tu mafekî we tune ye. Em çi bêjin, divê hûn wê bikin.' Ji ber em li dijî lêgerîna kêfî derketin, em hatin derbkirin. Dema me dibirin odeya bisînger, ji bo em dirûşmeya berz nekin devê me û pêzê me girtin. Min nikaribû bêhnê bistîne. Heta hindik mabû bimirim. Ji ber min nikaribû bêhnê wergire, rastî îşkenceyek fetisandinî hatim. Min ev gilî kir."
'LI GIRTÎGEHÊ POLÎTÎKAYEKE RAGEŞÎ HEYE'
Taşkiran anî ziman ku, li girtîgehê bi sepandina "Tevlî hev bike, li hev bîne", girtiyên siaysî, yên FETO'yî û yêne dlî li heman blok û korîdorê bicih dikin û got, îdareya girtîgehê ji bo li girtîgehê polîtîkayeke rageşiyî zêde bike vê sepandinê didomîne. Taşkiran anî ziman ku, li van blokan heta niha tu tengasî xwe nedane der, lê belê atmosfereke rageşiyê heye. Taşkiran got, nêvenga rageşiyê dibe ji provakasyonan re zemînê amade bike û ragihand ku, girtî di nêvengeke rageşiyî û derûnî de têkoşîna xwe yî mafdariyî didomînin. Taşkiran diyar kir ku, li girtîgehê dixwazin girtiyên siyasî û yên din rûberî hev bikin û wiha got: "Li girtîgehê dirûşmeyên wek 'Bila PKK qehr bibe, 'Allahû Ekber' û 'Recep Tayyîp Erdogan' tên berzkirin. Em êdî sinyalên, wê ev polîtîkaya rageşiyî bi awayekî şênber xwe bide der digirin. Di demên pêş de dibe girtiyên welatparêz û şoreşger, bi yên ji FETO'yê girtî û yên edlî re rû bi rî bên û bi vê re dibe provakasyonekê derxînin."