Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştî êrîşa li Ortakoyê daxuyaniyek da û welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir.

Piştî êrîşa li Ortakoyê ya Stenbolê pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û wiha got: "Agahiyên ku li Ortakoya Stenbolê li dijî navenda şahiyê êrîş pak hatiye tê girtin. Agahiya ku gelek kes mirine hatiye." Piştî vî daxuyaniyê wezaretê xwest ku welatiyên wan ji cihê ku êrîş pêk hat dur bisekinin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sefaretxaneya Amerîkayê ya Stenbolê jî hişyariya "li cihê ku komên radîkal an jî biyanî dijîn êrîşên dijwar berdewam dike" kiriye û hat xwestin ku welatiyên Amerîkayê bi taybetî jî ji cihên turîst û biyanî diçin ên qerebalix ên ku rojavayî, turîst diçin dur bisekinin. Tê gotin ku ev cih jî tenê ne loqente ne navendên kar, îbadetxane û cihên hatin û çûnê ne.