AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, rapora çapemeniyê ya 2016’an bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatifê di raporê de diyar kir ku di 2016'an de 352 rojnameger hatin binçavkirin û 146 rojnameger di girtîgehan de derbasî sala nû ya 2017'an dibin.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, rapora binpêkirina mafên çapemeniyê ya 2016’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku sala 2016’an di milê çapemeniyê de li gorî salên borî binpêkirina mafan derket asta herî jor. Înîsiyatifê di raporê de anî ziman ku di 2016'an de 352 rojnameger hatin binçavkirin û 109 rojnameger hatin girtin û niha 146 rojnameger girtî ne. Înîsîyatîf di raporê de destnîşan kir ku çapemiya ku xwe da pişt hikûmetê hat parastin û çapemeniya muxalif û xwest bibe dengê civakê jî bû hedefa êrîşên hikûmetê. Înîsiyatifê wiha cih da raporê: “Li gorî vê rewşê herî zêde ajansên nûçeyan ên wekî DÎHA, JINHA û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Cumhuriyet bûn hedef. Malperên wan hatin sansurkirin, xebatkarên wan hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî jî gelek ajans û rojname hatin mohrkirin. Tenê DÎHA piştî 48 çaran hat sansurkirin û astengkirin, bi biryara KHK’ê re 29’ê Cotmehê hat girtin. JINHA jî dîsa piştî 12 caran hat sansurkirin heman dîrokê hat girtin. Îktîdara AKP’ê bi girtin û astengkirina çapemeniya muxalif xwest dengê civakê qut bike û mafê wan ê agahiyê ji destê wan girt. Mafê azadiya ragihanidin û agahiyê ji destê civakê girt. Bi vî rengî çavê civakê kor kir, guhê civakê ker kir û zimanê civakê jî qut kir.”
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, daneyên zext û zordariyên liser çapemeniyê azad berhev kirî wiha rêz kir:
146 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
“Li gorî daneyên roj bi roj di sala 2016’an de 6 rojnameger jê li Tirkiye, 10 li Sûriye û Iraqê, 1 jê li Cezayîrê bi giştî 18 rojnameger hatin kuştin. 352 rojnameger hatin binçavkirin. Ji vana 109 rojnameger hatin girtin Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihişt 146’an. Di vê pêvajoyê de ji rojnamegerên hatibûn 18 rojnameger hatin berdan û hêj 146 rojnameger girtî ne.
318 WEŞANÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN GIRTIN
Di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin. Ji vana 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin. (Tenê di serdema OHAL’ê de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan)
780 KARTÊN ROJNAMEGERAN HATIN BETALKIRIN
Di vê pêvajoyê de herî kêm 66 rojnameger dema hatin binçavkirin rastî lêdan û heqiyê hatin, 6 rojnameger jî dema nûçe dişopandin rastî lêdan û heqiyan hatin. Herî kêm 180 rojnameger di şopandina nûçeyan de rastî gefên devkî hatin. Rojnameger Celal Başlangiç, Ayşe Yildirim, Hayko Bagdat jî di navde herî kêm pasaportên 49 rojnamegeran hatin betalkirin. Herî kêm kartên çapemeniyê yên 780rojnamegeran hatin belatkirin. Weşanên çapemeniyê 829 caran hatin astengkirin. Zêdeyî sed weşanên çapemeniye hatin rawestandin. Bi taybetî piştî hewldana darbeya 15 Tîrmehê 31 weşanên çapemeniyê rastî serdegirtinan hatin. 42 rojnameger rastî êrîşan hatin.
BU SALA DOZ Û LÊPIRSÎNÊ
Li gel rojnamegerên hatin binçavkirin bi giştî herî kêm der barê 400 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Herî kêm der barê 191 rojnamegeran de bi hezaran sal ceza hat xwestin. Bi piranî rojnamegerên piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundemê herî kêm der barê 100 rojnamegeran de doz hat vekirin. 29 rojnameger rastî ceza hatin. RTUK’ê 22 caran der barê weşanê de biryara qexexeya weşanê îlan kir. Piştî hewldana darbeya ‘ê tîrmehê ekran hatin reşkirin, malper hatin girtin û rojname hatin girtin. Tenê di pêvajoya OHAL’ê de 155 saziyên weşanê hatin girtin. Bi giştî 318 saziyên weşanê hatin girtin. Di vê pêvajoyê de ajansên nûçeyan ên DÎHA, JINHA, CÎHAN televîzyonên wekî ÎMC, Ozgur Gun Tv, Jîyan Tv, TV10, Hayatin Sesî, Zarok TV, Van Tv, radyoyên wekî Radyo Dunya, Radyo Ses, Radyo Karacadag û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Zaman, Taraf jî di navde bi dehan saziyên ajans, radyo, tv, rojnameyan hatin girtin û mohrkirin. Mal û milkê wan hatin desteserkirin.”
Înîsîyatîf da zanîn ku nava salê de herî kêm 2619 rojnameger ji kar hatin dûrxistin û bi sedan rojnameger ji ber saziyên wan hatin girtin betal man. Înîsîyatîf diyar kir ku bi zêdeyî 3 hezar xebatkarên çapemeniyê betal man û bi mohr kirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad re nasnameya 350 endamên komeleyê jî betal man.
Înîsîyatîf herî balkişand li ser rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînorneras û bibîr xistina di nava 180 welatan de Tirkiye di milê êrîşên li hember çapemeniyê de di rêza 151’an de cih digire rewşa Tirkiyê nîşan da.
‘ÇAPEMENIYA AZAD NÎŞANEYA SERKEFTINÊ YE’
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan rapora 2016’an nirxand û got ku Tirkiye di milê azadiya çapemeniyê de gavên paş ve diavêje. Boltan anî ziman ku di sala 2016’an de li gor salên borî êrîşên li dijî çapemeniya azad zêde bû û wiha axivî: “Li gor êrîş û zordestiyan çapemeniya azad peyvira dayî li ser milê xwe bi cîh anî. Ji ber ku xwastin rastiyên li heremê tê jiyîn tarî bikin. Li gel hemû astengiyan rastî gihiştin raya giştî. Ev nîşaneya serkeftinê ye. Bila bizanin ku çapemeniya azad bi mohr kirine nayê bêdengkirin. Ji ber ku çapemeniya azad xweser e. Çapemeniya azad dewletê esas negirt, gel esas girt.”
Boltan diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad bi mîrasa Apê Musa û Gurbetellî Ersoz xwe gihandiye van rojan û wiha got: “Mîrasa çapemeniya azad dê ji vê rojê şûnde jî azad be. Sala 2017’an dê bibe azadiya rojnamegerên azad yên di girtîgehan de.”