Ne tilimê pitikan tilimê kar e li ser Cumayê Minbicî!


MINBIC –Tilimên kar yên ji bo bedenên xerdik, diyar e ji bo zarok bi hezkirin li xwe bikin ji qumaşê rengê sor hatiye çêkirin. Cumayê ku hêj diranên wî yê 6 salî ketiye, di nava tilimê qirêj de weke mirovekî temen mezin poz dide.

Li Minbicê mal batên ku zarokên xwe di temenê dibistanê de rêdikin tamîrxaneyan, xwe û zarokên xwe bi siûd dibînin. Ji bervê yekê li bajêr bo zarokên biçûk jî tilimên kar hatine dirûtin. Li cem gelek hosteyan zarokên ku hêj diranên wan yên 6 salî ketine dixebitin. Ji wan zarokan yek jî Cumayê bi tilimê sor e. Her çiqas rengê tilimê wî sor be jî ji dohn û mazotê reş bûye. Em dema çav pêdikevin wesayitê di sekinînin û navêwî pirs dikin. Gava çav li wênekêşê dikeve direve û xwe li pişt wesayiteke parkirî vedişêr e. Ez jî ji wesayitê daketim û piştî çend henekan min ew bo kişandina wêne îqna kir. Destên wî di berîkê de weke kesekî kal bûbe û piştre bi çûk bûye poz dide min zarokê Minbicî.

Abdurrahman Gok - dîhaber