Piştî Amerîkayê ji Avustralya û Îngilistanê jî hişyarî

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa li dijî Reinayê pêk hat Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kiribû, ji Avustralya û Îngilstanê jî ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyarî hat.

Piştî êrîşa li dijî kluba Reinayê ya li Ortakoy a Stenbolê pêk hat Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kiribû, ji Avustralya û Îngilstanê jî ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyarî hat.

Piştî Amerîkayê Avustralyayê ji bo welatiyên xwe yên li Stenbol û Enqereyê hişyarî kir. Li gorî nûçeya Sky Newsê hate gotin ku Balyozxaneya Enqereyê ya Avustralyayê jî bi Enqereyê re di nava têkîliyan de ye û hewl didin ku di êrîşê welatiyan wan ên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane hene yan na hîn bibin.

HIŞYARIYEK JÎ JI ÎNGILISTANÊ HAT

Piştî êrîşê Balyozxaneya Îngilistanê jî ji bo welatiyên xew hişyariya "baldar bin" kir. Di hişyariya ku di malpera balyozxaneyê hat kirin de wiha hat gotin: "Piştî êrîşa li dijî kluba Reina ya li Ortakoy a Stenbolê em pêşniyar dikin ku li gorî fermanên rayedaran tevbigerin û baldar bin. Ji bo agahiyên berfireh bên wergirtin bi rayedaran re hevdîtinên me berdewam dike."