WAN - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Elbaka Wanê hat mohrkirin.
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir der barê 370 komeleyan de biryara girtinê hat dayîn. Piştî fermana wezîrê karên hundir komeleyên der barê wan de biryara girtinê hat dayîn yek bi yek tê mohrkirin. Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Navçeya Elbaka Wanê jî hat mohrkirin. Şaxa KURDÎ-DER'ê ku di sala 2009'an de dest bik xebatên ziman kirin, piştî OHAL hat îlankirin di çarçoveya KHK'e de bi farmana Wezîrê Karê Hundir hat mohrkirin.
Berê Navenda KURDÎ-DER'ê ya Amedê û şaxên wê yên Semsûr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Bazîdê hatibûn mohrkirin.