NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeya ku bi mirina 39 kesan ve ket sala nû, beriya çend rojan a êrîşê li bajarên cuda li dijî pîrozbahiyên Noelê afîş hatibûn daliqadin, belavok hatibûn belavkirin. Diyanetê jî beriya sersalê daxuyaniya "Li mûmînan nayê" dabû.
Tirkiye piştî kampanyayên li dijî serê salê bi mirina 39 kesan kete sala nû. Li Ortakoyê ya Stenbolê li dijî kulba Reinayê di êrîşa çekdarî de yek jê polîs 39 kesan jiyana xwe ji dest da, 69 kes birîndar bûn. Beriya çend rojan a sersalê li bajarên cuda bi afîşên hatin daliqandin û belvokên hatin belavkirin ve pîrozbahiyên sersalê hedef hatibûn nîşandan. Di afîşekî ku hatibû daliqandin de zilamekî bêsimbêl û bi rih, kulm avêtiye kesekî ku cilê Bav Noelê li xwe kiriye hatiye nîşandan û li ser wêne jî nivîsa "Em misilman in ji pîrozbahiyên sersalê û Noelê re na" hatibû nivîsandin. Li qada Konakê ya Îzmîrê jî welatiyan mudaxaleyî kesekî ku belavok belavkiribû kirin.
'EM CEJNA XIRISTIYANAN PÎROZ NAKIN'
Li Qada Konakê di navbera kesên ku bi gotina "Em cejna xiristiyanan pîroz nakin" ve belav belav dikirin ên cube li xwe kiribûn û welatiyan de nîqaş derket. Li ser belavokên ku li ser navê Weqfa Silayê hat belavkirin û nivîsa "Em cejna xiristiyanên ku cihan kirine gola xwînê pîroz nakin" di belavokê de hebû û welatiyan jî bi gotina "di vî belavokê de nifrîn heye hûn nikarin belav bikin" nerazîbûn nîşan dan.
LI WANÊ AFÎŞA 'JI SERSALÊ RE NA'
Li Wanê jî duh li cade û kolanan afîşa "Ji sersalê re na" hate daliqandin. Di afîşên ku welatî matmayî kir de wiha hatibû nivîsandin: "Ey umeta Mihemed çima hûn sersala xiristiyanan pîroz dikin. Heke tu li gorî piraniya mirovên li cihanê tevbigerî Xwedê dê ji rê derxîne. Ji sersalê re na, ji ber ku em misilman in. Em ne umeta Bav Noelê di sersalê de diyariyan tîne Hz. Muhammedê ku ji mîracê nimêj anî ne. Aramî di secdeyê de ye! Ji bîr nekin Bav Noel nûnerê çanda ku ji bo zarokên xwe ku ji asîmanan pêlîstokan ji bo zarokên misilmanan jî ji asîmanan bombe davêje ye..."
DIYANET BERIYA ÊRÎŞÊ
Serokatiya Karên Diyanetê beriya êrîşa sersalê daxuyaniya "Nezîkatiyên ku tiştekî ji bo jiyana mirovan nade, û ne li gorî nirxên me ye li mumînan nayê" dabû.
DIYANET PIŞTÎ ÊRÎŞÊ
Piştî êrîşa li dijî Reianayê balkêş e ji Diyanetê daxuyanî hat. Serokê Serokatiya Karên Diyanetê Mehmet Gormez di hesabê xwe yê tiwetterê de ev daxuyanî hat parvekirin: "Tu ferqa vî qatlîmê ji ya li dijî bazar, mabet hatiye kirin nîne. Tekane armanc li gorî terzê jiyanê civak parçekirin û anîna li hemberî hev e."