Peywirdarê ewelehiyê ya Reinayê dema êrîşê vegot

STENBOL - Peywirdarê ewlehiyê yê Reina ya ku di encama êrîşê de piraniya wan biyanî 39 kesan jiyana xwe ji dest da Emrah Altun li ser pirsa "Dema ku êrîşkar ket klubê we çi kir" bersiva "Em reviyan, ma em çi bikin" da.

Peywirdarê ewlehiyê yê Reina ya Ortakoya Stenbolê ku di encama êrîşê de piraniya wan biyanî 39 kesan jiyana xwe ji dest da Emrah Altun dema êrîşê vegot. Altun anî ziman ku dema êrîş pêk ew li hundir bûne û wiha axivî: "Ez li hundir bûm, min cilên Bav Noel nedîd. Li gorî dengê ku min bihgist çeka otomatîk di dest de hebû."

'EM REVIYAN ÇI BIKIN, REVIYAN'

Li ser pirsa "Dema ku êrîşkar ket hundir we çikir" Altun bersiva "Em reviyan çi bikin, em reviyan, niha jî em di tengasiyê de ne. Piştre heval dê berfireh parve bikin" da.

Ji ber ku pişta çaketê Altun xetiyayî bû xebatkarekî çapemeniyê sedema vê yekê pirsî, Altun jî got ku dibe ku dema kesên li hundir di dema êrîşê de reviyane qetiyabe.