Careke din li ser riya koçberiyê ne: Kampa êzidiyan tê valakirin

AMED - Êziyên ku Şaredariya Yenîşehîrê ku qeyûm hat tayînkirin wan naxwaze li wesayîtan siwar kirin û dibin kampa AFAD'ê ya Midyadê

Welatiyên êzidî yên ku piştî Şengal di 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin koçber bûn hatin Amedê û li Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê bi cih bûn piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin bi fermana Walîtiya Amedê ve li Kampa AFAD'ê ya Midyadê tên bicihkirin. Qeyûmê ku bi Serokê AFAD'ê re çû kampa êzidiyan, li vir bi welatiyên êzidî re hevdîtin pêk anî û ji wan re gote dê wan bibin kampa AFAD'ê piştî vî hevdîtinê niha welatiyên êzidî ji kampê dibin.

DIBIN KAMPA MIDYADÊ

Bi rojan e ev mijar dihat nîqaşkirin û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî mijar biribû rojeva Meclîsê. Piştî nîqaşên ku bi rojan e berdewam dike welatiyê êzidî îro bi otobusan ve dibin kampa AFAD'ê. Pêdiviyên welatiyên êzidî 3 sal in ji aliyê şeraderiyên DBP'î ve dihat bicihanîn, welatiyên êzidî nedixwestin ji kampê biçin û li kampa AFAD'ê bi cih bibin ev yek gelek caran anîbûn ziman.

'EM NAXWZIN BIÇIN LÊ MECBÛR IN'

Kampa ku tê valakirin, êzidî bi ciwan, bi kal û pîr û zarokan ve tiştên xwe kom dikin. Li kampa ku hezar û 23 welatiyên êzidî dijî jin tiştên xwe dikin torbeyan, ciwanan jî birin wesayîtan. Yek ji êzidiyên ku got gelek caran gotine naxwazin biçin lê mecbûrî vê yekê hatine kirin, heta niha jî 6 caran cih guherandine. Welatiyê êzidî wiha axivî: "Me jiyana xwe sererast kiribû lê careke din dibêjin em ê cihê we biguherînin. Berê dema ku ev der di destê DBP'ê de bû em rehet bûn. Bi hatina qeyûm ve di encama pêkanînên kêfî de me ji vir derdixin. Em naxwazin biçin lê mecbûr in. Wekî din jî alternatîfa me tuneye."

DÊ CERYAN Û AVA WAN BIHATA BIRÎN

Jineke êzidî jî wiha got: "Ji destê me be axa xwe naterikînin. Lê em neçar in. Dixwazin em ji vir derkevin. Em mecbûr in derkevin. Tiştekî ku em bikin tuneye."

Welatiyekî din jî wiha axivî: "Hin welatiyên êzidî li dijî biryara valakirinê derketin. Rayedarên kampê gotin divê kamp di nava 10 rojan de bê valakirin. Gotin dê av û ceryanê qut bikin û xwarinê nedin ji ber vê yekê jî gotin hûn nikarin li vir bijîn."

QEYÛM BI 'TAYBET' ELEQEDAR BÛ

Hate hînbûn ku qeyûmê ku hatiye tayînkirin bi eleqeyeke "taybet" nîşanî kampê daye. Rayedarekî AFAD'ê got ku destur nehatiye dayîn çapemenî bikeve hundirê kampê û heta 10 rojan welatiyên êzidî dê li Kampa AFAD'ê ya Midyadê bên bicihkirin û agahiya ku dê êzidî li heman kampê bên komkirin da. Li gorî agahiyên rayedarên AFAD'ê heta niha li Pirsûs, Meletî û Midyadê hatiye mezekirin û herî dawî ji bo Midyadê biryar hatiye dayîn.