ŞIRNEX - Heyeta ku di nav de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û parlementerên HDP'ê hebûn ji ber binçavkirina Yuksek ziyareta xwe ya ji bo Şirnex betal kir.
Heyeta ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, parlementerên HDP'ê û hevşaredarên herêmê pêk tê, ji ber binçavkirina Yuksek a li navçeya Hezex ziyareta xwe ya ji bo Şirnexê betal kirin. Piştî ku Yuksek li Hezexê serbest hat berdan heyetê bernameya xwe ya ziyaret û lêkolîna li Şirnex betal kir û vegeriya Amedê.