Welatiyê 80 salî 23 roj in di bin çavan de ye

SÊRT - Welatiyê bi navê Haci Îsa Sezek ê 80 salî ku polîsan bi ser mala wî de girtin 23 roj in di bin çavan de ye. Rewşa tenduristiya Sezek ê ku îsal reviyê wî yê 12 salî ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, kurek û 2 neviyên wî hatin girtin hate hînbûn ku nebaş e.

Li Sêrtê polîsan di 10'ê kanûna 2016'an de bi ser mala kalê 80 salî yê bi navê Haci Îsa Sezek de girtin û binçavkirin, Sezek 23 roj in di bin çavan de ye. Li gorî agahiyên ku parêzeran daye hê jî îfadeya Sezek nehatiye girtin û polîs li bendê ne ku ji bo hemû kesên di lîsteyê de navên wan hene û piştre dê îfadeya wî bê girtin. Sezek ê par meha adarê de jî hat binçavkirin û bi "kontrolê" hat berdan. Sezek ê hefteyê careke diçû îmze davêt beriya 10 mehan jî kurek û 2 neviyên wî hatin girtin. Neviyê Sezek ê 12 salî jî di 14'ê tîrmeha 2016'an de dema li banê malê radiza ji ber gulebarana hat kirin jiyana xwe ji dest dabû.

'PÊXAS LI SER BÊTONÊ DAN RAWESTANDIN'

Bûka Sezek, Hatîce Sezek a gotina "me wekî malbat gelek kişandiye" bi kar anî diyar kir ku serê sibehê saet di 06.00'an de polîsan bi ser mala wan de girtine û wiha axivî: "Ji ber ku em sewalkariyê dikin serê sibehê zû radibin û diçin axur. Di vî navberê de tîmên taybet ên birûpoş ketin hundirê malê û gotina çima deriyê we vekiriye gelo yek revî bi kar anîn û qîr kirin. Me jî got em ê biçin axur li ser vê yekê heqeret li me kirin. Gazî xezurê min kirin. Li ser betonê pêxas dan rawestandin. Dema ku me îtiraz kir bi ser min û gorima min de hatin. Bavê min ji ber sermayê ricifî li ser vê destur dan em betanî bavêjin ser wî."

'HEMÛ TIŞTÊN BI 3 RENG LI HEWŞÊ ŞEWITANDIN'

Sezek da zanîn ku tîmên taybet di lêgerînê de mal tevlihev kirine û hemû tiştên 3 reng ên di sandiqo derxistine û li hewşê şewitandine. Sezen ev agahî da: "Sandiqên me vekirin. 3 reng çi hebin hemû tişt derxistin û li hewşê şewitandin."

'ME CAREKÎ NAN Û PENÊR ŞAND'

Sezek anî ziman ku xezûrê wê di salên 90'an de jî hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatiye dîsa nikare hemû xwarinan bixwe. Sezek wiha berdewam kir: "Bavê min 80 salî ye, nexweşiya prostatê pê re heye. Dîsa romatîzma ye. Nikare li cihê tên bimîne. Divê qet birçî nemîne, nikare her xwarinê bixwe. Ji ber vê yekê me carekî nan û penêr şand."

'ÊDÎ BES E'

Sezek got ku wan wekî malbat gelek bedel dane î wiha got: "Êdî bila ev êş bi dawî bibin. Ji bavê min ê 80 salî yê ku nikare pêdiviya xwe bi cih bîne çi dixwazin. Êdî bes e. Em dixwazin bavê min bê berdan."