Di dosyaya îstismara zayendî ya li Çinarê biryara bêrayebûnê

AMED - Di dosyaya zaroka 11 salî ya li Çinarê ji ber îstîsmara zayendî ducanî mabû û zarok anîbû de G.'ê ji ber ku gotibû bûyer li Sêwasê qewimiye biryara bêrayebûnê hat dayîn û dosya şandin Sêwasê. Parêzerên ÎHD'ê dê îtirazî biryarê bikin.

Li navçeya Çinarê ya Amedê zaroka bi navê G. a 11 salî rastî îstîsmara zayendî hatibû û di encama vê yekê de zaroka wê çêbûbû. Dosyaya G. a 11 salî ku li Saziya Parastina Zarokan hat bicihkirin bi biryara bêrayebûnê şandin Sêwasê. G. di îfadeya xwe de gotibû ku bûyer li Sêwasê qewimiye û li gorî agahiyên ku malbatê daye jî G. wê demê ne li Sêwasê li Çinarê bûye.

Di lêpirsîna ku ji aliyê Srdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate destpêkirin de îfadeya kesên li malbatê nehat girtin. Ji ber îfadeya zaroka 11 salî ya "bûyer li Sêwasê qewimî" dosya bi biryara bêrayebûnê şandin Sêwasê. Malbata ku serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da xwst bûyer bê ronîkirin û têkîldarî bûyerê heta niha kesek nehat binçavkirin.

DAXWAZA KU BILA DOSYAYÊ CAREKE DIN BÎNIN AMEDÊ BÊ KIRIN

Ji parêzerên ÎHD'ê ku bi dosyayê re eleqedar dibe Ercan Yilmaz diyar kir ku dosya bi biryara bêrayebûnê çûye Sêwasê lê ev biryarekî di cih de nîne. Yilmaz da zanîn ku îfadeyên malbatê nehatiye girtin ew ê daxwazname bidin û bixwazin dosya careke din bînin Amedê. Yilmaz wiha berdewam kir: "Têkîldarî îfadeyên malbatê negirtinê ji ber ku dosya hatiye şandin em nikarin îtiraz bikin. Agahiyên nasnameya kiryar tuneye. Heta niha kesek nehatiye binçavkirin. Di gotinên zarokê de jî nekokî hene. Li ciheke dibêje dema ku xwarin ji birayê xwe re biriye yekî ava fekiyan daye wê li ceheke jî dibêje dema ku xwarinê dide vedigere bûyer nayê bîra wê. Nizane kî ye. Lê dibêje ger bibîne dê nas bike."

'LÊPIRSÎN KÊM HATIYE KIRIN'

Ji parêzerên ÎHD'ê Hatîce Demîr jî da zanîn ku G. û zarok niha di bin parastina dewletê de ye, dibe ku zarok ji hin tiştan bitirse, di navbera gotinên zarok û malbata wê de nakokî hene. Demîr wiha axivî: "Zarok dibêje bûyer li Sêwasê qewimiye ji ber vê yekê dosya şandin Sêwasê. Lêpirsîn kêm hatine kirin. Ji ber ku lêpirsîna kêm hatiye kirin em ê daxwazname bidin û bixwazin lêpirsîn bê berefirehkirin."