MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya 5 mehin qedexeya derketina kolanan bi dawî bûye li gel ku mînaka xwînê ji malbatan hatiye girtin jî hêj 58 cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ligel 5 meh derbas bûn qedexeya derketina kolanan bi dawî bû jî hêj testa cenazeyên 58 kesan aşkere nebûye. Walîtiya Mêrdînê di 14'ê Adara 2016'an li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan îlan kir. 9 meh berê qedexe hat îlankirin û ji wê demê heta niha bi dehan kesan li taxên Nisêbênê jiyana xwe ji dest dan. Di 25'ê Tîrmehê de qedexeya derketina kolanan bi awayekî qismî bi dawî bû. Li gel 5 meh di ser qedexeyan re derbas bû û jî hêj nasnameya cenazeyan aşkere nebûye. Malbatên 83 kesan ji bo cenazeyên zarokên xwe tespît bikin serî li Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê dan. Piştî saziya tipa Edlî ya Mêrdînê mînaka xwînê ji malbatan girt, cenazeyê 25 kesan hatin teşhîskirin û teslîmî malbatan hat kirin. Lê cenazeyê 58 kesan li gel malbatan mînaka xwînê daye jî hêj teslîmî malbatan nehatiye kirin. Ji cenazeyên ku hêj li benda tesbîtkirinê ne, 23 cenaze li Riha, 21 cenaze li Mêrdîn, 6 cenaze li Amedê li goristanên bêkesan hatin definkirin. Hat zanîn ku cenazeyên 8 kesan jî li Saziya Tipa Edlîya Stenbolê tê rawestandin.
Heta niha malbatan 25 cenazeyên zarokên xwe girtine. Kesên cenazeyên wan hatine girtin wiha ne: Sedat kaya, Necmettin Dogan, Ayşe Karaca, Kajîn Akçelik, Metin Ak, Emine Yaprak, Ali Aydemir, Ramazan Baloş, Omer Kizgin, Yunus Aybak, Huseyin Sakin, Mehmet Nasip Erdem, Sidar Ziyanek, Zamanî Çomak, Bariş Erdem, Kamîl Kavak, Sabir Karakaya, Mehmet Şirin Saşmaz, Mehmet Pitik, Ozgur Yildirim, Şiyar Tarlak, Yunus Eliş, Mervan Baran, Zeki Adiyekem.