Dîplomatên rûsî ji Amerîkayê veqetiyan

MOSKOVA - 35 dîplomatên ku DYA ew dersînor kiribûn vegeriyan û gihiştin welatê xwe.


Piştî biryara girtina saziyên dîplomatîk a Rûsan a li bajarê Maryland, New Yorkê û dersînorkirina 35 dîplomatên rûsî yê Washingtonê, dîplomatên rûsî doh sibê bi malbatên xwe ve ji Centervilleyê ya Marylandê veqetiyan. Dîplomatên rûsî û malbatên wan bi konwayek ku ji 8 wesayît, kamyon û otobêsek pêk dihat bi saeta herêmî 11:35an ji Centervillayê veqetiyan. Dîplomatên rûsya li Washingtonê yên Sefaretxaneya Rûsyayê ku wekî "mirovê nayê xwestin" tevî malbatên xwe 96 kes ji DYA'ê veqetiyan û hatin Rûsyayê.