STENBOL - Ji bo rojnameger Omer Çelîk, Metîn Yoksu û Derya Okatan ên du di çarçvey lêpirsîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de di 24'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û dema binçavkirina wan heta 24'ê çileyê hat dirêjkirin, îtirazî Dadgeriya Cezaa Sulhê ya Nobedar a Stenbolê hat kirin.
Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a hat girtin Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksu û Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan ên du di çarçvey lêpirsîna li Stenbolê hatiye destpêkirin de di 24'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamegeran heta 24'ê çileyê hat dirêjkirin. Ji bo Çelîk Yoksu û Okatan îtirazî Dadgeha Cezaya Sulhê ya Nobedar a Stenbolê hat kirin.
Di îtiraza ku ji aliyê parêzer Ozcan Kiliç ve hat kirin de têkîldarî "binçavkirin, ragirtin û desteserkirina neheq û derveyî hiqûqê" ji bo ku ev biraya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bê rakirin û muwekîlên wî bên berdan hat xwestin ku biryara 12'emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar a Stenbolê bê rakirin.
Di îtirazê de hat gotin ku dema binçavkirina Çelîk, Yoksu û Okatan de muwekîlên wî Çelîk, Yoksu û Okatan bi awayekî neheq û nehiqûqî hatine derbkirin, rêbazên rûmetşikandinê û biçûkxistinê hatine bikaranîn, di dema lêgerînên li malê tiştên wan û yên malbatê bi awayekî nehiqûqî hatine desteserkirin.
Kiliç di îtiraza kir ku got ku di lêgerîn, binçavkirin, desteserkirinê de ji bo muwekîlên wan tu teblîg nehatiye kirin ji ber vê yekê jî têkîldarî vî mijarê bi awayekî nivîskî û devkî hê jî ji bo muwekîl, kesên malbatê û parêzeran re li gorî usul û qanûnan teblîf nehatiye kirin.
XWEST BÊN BERDAN
Di îtirazê de hat gotin ku "binçavkirina rojnamgeran bi 30 rojan ragirtin, astengkirina li ser dosyayê, desteserkirina tiştên şexsî bê rakirin û ji ber ku dema binçavkirinê zêde derbas bûye, delîlên heyî ji ber ku nîşan dide sûcdarkirin bêbingeh û nehiqûqî ne, cihên wan ê diyar heye û rojnamger in" ji ber vê yekê jî hat xwestin bên berdan.