Reuters: Êrîşa Reinayê DAIŞ'ê girt ser xwe

NAVENDA NÛÇEYAN- Reutersê daxuyand ku êrîşa şeva sersalê ya li kbula Reinayê ya li Ortakoya Stenbolê DAIŞ'ê girtiye ser xwe.

Êrîşa ku sersalê li Ortakoyê ya Stenbolê li dijî kluba Reinayê pêk hat DAIŞ'ê bi riya malpera xwe ya bi navê Amakê girt ser xwe. Têkîldarî bûyera ku 39 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 jê giran 69 kes birîndar bûn ev agahî hat dayîn: "Yek ji leşkerên qehreman ê Dewleta Îslamê, li Tirkiyeya ku parazvanên xiristiyanan e di êrîşêk pîroz de yek ji cihê cejna şîrkê ya xiristiyanan a kluba şevê ya navûdeng sero biro kir." DAIŞ'ê îdia kir ku di êrîşê de çekên otomotîk û naricok hatine bikaranîn û nêzî 150 kesan jiyana xwe dest daye yan jî birîndar bûne.

DAIŞ'ê daxuyand ku li gorî fermana emîrê DAIŞ'ê yê ku Tirkiye bê hedefgirtin tevdigerin û gefa "Bila hikûmeta tirk baş bizanibe ku; xwîna misilmanan a ku bi balafir û topan tê rijandin dê li welatê xwe agir pêxe" hat xwarin.