ANTALYA - Li Antalyayê kesekî ku saeta balafirê revand ji ber ku qîr kir û gotina "bombe li ser min heye, Allahu ekber" bi kar anî bû sedama panîkê.
Li Balafirgeha Antalyayê ciwanê ku di beşa "rêwiyên diçin" saet di 09.55'an de dema ku ji cihaka X-Rayê derbas dibû bi gotina "bombe li ser min heye Allahu ekser" qîr kir bû sedema panîkê. Polîsan û peywirdarên ewlehiyê ciwanê ku qîr kir bin çav kirin. Derket holê ku bûyer ji ber kesê ku pirsgirêkên wî yên psîkolojîk heye û saeta balafirê revandiyê qewimiye.
Kesê ku duh êvarê hat balafirgehê û bûyer derxist û hate binçavkirin piştî ku îfadeya w^ihat girtin, teslîmî malbatê hat kirin. Heman kesê îro serê sibehê disa hat balafirgehê û gotina li ser wî bombe heye bi kar anî ji ber vê yekê careke din hat binçavkirin.
Rayedarên Emniyeta Antalyayê daxuyandin ku kesê navborî ji Amedê ye û ev agahî dan: "Bûyera terorê nîne. Bûyerekî edlî ye. Kesê navborî duh êvarê ji ber ku saeta balafirê revandiye li blafirgehê bûyerê derdixe. Piştre tê tespîtkirin ku hin pirsgirêkên wî yên psîkolojîk heye û teslîmê malbatê tê kirin. Ev kes serê sibehê dîsa tê balafirgehê û careke din tê binçavkirin. Di lêkolînê de derket holê ku ev kes tîryakêşe. Tiştekî ku bibe sedema panîkê nîne."