Bîlançoya Rojê: Ji 71 kesan 21 kes hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirin û girtina endam, rêveber, hevserok, hevşaredar û wekîlên HDP û DBP’ê bê navber berdewam dikin. Tenê îro 71 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û 21 siyasetmedar hatin girtin.

Binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP û DBP'ê bê navber berdewam dikin. Bi taybetî piştî OHAL hat îlankirin herî zêde bandor li ser siyaseta kurd kirin û herî zêde siyasetmedarên kurd kirin. Dane û raporên tên girtin nîşan dide ku herî zêde siyasetmedarên kurd tenê ji ber siyaset kirine tên binçavkirin û girtin. Her roj siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û piştî bi hefteyan di bin çavan de dimînin piraniya wan tên girtin. Tenê îro 71 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û 21 siyasetmedar hatin girtin. Îro Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk jî di navde 71 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Di navde Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul yên DBP'î Şaredara Berê ya Dersimê Edibe Şahin, Hevserokên HDP, DBP, EMEP yên Dersimê jî di navde 21 kes hatin girtin.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ DBP'Ê YUKSEK HAT BINÇAVKIRIN

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat binçavkirin. Yuksek, ji aliyê polîsên TEM'ê ve bi îdîaya têkildarî dozek ku berê li wî hatiye vekirin îfade nedaye hat binçavkirin. Yuksek, piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan û piştre sewqî dadgehê hat kirin. Yuksek, piştî îfade da serbest hat berdan.

HEVŞAREDARÊ BAJARÊ MEZIN Ê WANÊ KAYA HAT BINÇAVKIRIN

Yekîneyên polîsan serê sibê bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û mala Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya de girt. Polîsan di serdegirtina mala Kaya de lêgerîn pêk anîn û Kaya binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Li gel Kaya Serokê Daîreya Karê Tenduristiyê Yilmaz Berk, Mîmar Zelal Tanli û Cuma Koyluoglu hatin binçavkirin. Hefteya borî jî Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Sedat Tore û 32 xebatkarên Şaredariyê hatiûn binçavkirin.

LI WANÊ 40 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û 4 KES HATIN GIRTIN

Li navçeyên Erdîş û Elbakê operasyona siyasî pêk hat û Rêveberê HDP'ê Yilmaz Bozkurt, Rêveberên DBP'ê yên Erdîşê Nihat Ayhan û Guner Orhan, rêveberê HDP'ê Îbrahim Çiftçi jî di navde 40 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Li navçeya Serayê jî siyasetmedarên kurd Cizeri Ozkaplan, Ferhat Yuce, Muxtarê Gundê Baltepe Hacı Şahin û Muxtarê Gundê Kuruca Îbrahim Acar ku duh hatin binçavkirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

HEVŞAREDARÊN DERSIMÊ HATIN GIRTIN

Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, endama Meclîsa Şaredariyê Cemîle Ataş, Nûnera DÎSK'ê ya Dersîmê Şukran Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mûrat Polat, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Aslan Çag, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ekber Kaya, rêveberên HDP'ê yên Bajêr Huseyîn Dagdevîren û Yaşar Agin, Serokê EMEP'ê yê Bajêr Mûstafa Taşkale, Nûnerê BES'ê yê Bajêr Mûsa Kiliç û Hakan Kavût ê ESP'yî ku duh danê sibehê hatibûn binaçavkirin hatin girtin.

ŞAREDARÊ QOSERÊ YÊBERÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk jî di navde 8 kes hatin binçavkirin.

LI ÎDIRÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Îdirê jî Hevserokê DBP'ê Kemal Kum, Rêveberê HDP'ê Kemal Arik û Tamer Yikit, Abdullah Angay hatin binçavkirin.

LI SÊRTÊ 14 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Sêrtê jî polîsan bi ser malan de girt û li Misircê 7, li Dihê 5, li Hawêlê 2 bi giştî 14 kes hatin binçavkirin.

LI BURSA 4 HDP’Î HATIN GIRTIN

Li Bûrsayê jî 4 rêveberên HDP’ê piştî 9 rojan di bin çavan de ma hatin girtin. Rêvberê HDP'ê yê Bûrsayê Ceylan Erol, Layik Hanaray, Mudanya Azra Gullupınar û Azad İmal hatin girtin.
Siyasetmedar Nilufer, Seyfettin Havuz, Mehmet Kocaman û Recep Kuru hatın berdan