AMED - Di warê yekîtiya kurdan de pêşemgên qenaetî bang kirin û dest nîşan kirin ku, bi lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd wê serketin bi dest bikeve.
Bangên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û bi biryarên partiyên kurda, ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd gelek hewldan xwe dan der. Lê hemû xebatên ji bo yekîtiya kurdan û lidarxistina kongreyê heta niha bê encam man. Dema mirov li geşedanên li Rojavayê, Mûsil, Reqa, El Bab, geşedanên siyasî yên li Kurdistana Federal, kurdên Îranê, polîtîkayên şerî yên li Tirkiyeyê dinihêre yekîtiya kurdan girîngiyeke bivênevê li xwe dihebîne û li gel vê ji bo kongre di sala 2017'an de bê lidarxistin bangên yekîtiyê tên kirin.
‘DIVÊ KURD TIFAQA XWE AVA BIKIN'
Yek ji kesên li bajêr tê nasîn û rûspiyê eşîra Nasirî Mehmet Kaya (68) ê li Gundê Kortepe yê Qerejdaxa Amedê rûdinê dest nîşan kir ku, ji bo yekîtiya kurda çi ji destê wan bê ew ê texsîr nekin. Kaya got, bi hezaran sal e li ser kurdan lîstikên serdesatan neqediyane û dest nîşan kir ku, Serokomar Erdogan hem li derve hem jî li hundur dijminatiya kurda dike. Kaya wiha got: "Heke Erdogan dev ji çeteyan berde û bi kurdan re bi tifaqiyî tevbigere, ew ê li cîhanê jî û Rojhilata Navîn jî bibin welatê herî hêzdar. Kurdan bi salan, ji bilî aştî û azadiyê tiştek nexwestin. Ev nêzî 90 salî ye, hemû hikûmetên hatin her kurdan tune hesibandin û tu carî çareserî pêk nehat."
‘BI PERÊN ME ÇIYAYÊN ME BOMBE DIKIN'
Kaya anî ziman ku, tekane çareserî di tifaqiya kurdan de ye û wiha axivî: "Kî çi dibêje bila bibêje, çi dike bila bike. Roj ji bo kurdan, roja yekîtiyê ye. Divê kurd tifaqiya xwe bi pêş bixin. Ol cuda, kîn cuda ye. Ez jî mele me, lê ereb, faris, tirk jî li hemberî kurdan nîkadperstiyê dikin. Li ser gelê kurd her kes lîstikan dilîze. Çiyayên kurdan bombe dikin. Êrîşî zarokên wan dikin. Gelê kurd dibêje bes e û qebûl nake. Divê êdî gelên Tirkiyeyê jî vê zilmê qebûl nekin. Çareserî di tifaqiya kurdan de ye. Em bang li îktîdarê dikin, bi pereyê me çiyayên me bombe nekin. Ji bo destkeftiyan mirov ji kuderê xesarê vegere kar e. Bila Erdogan derkeve û bibêje, 'Gelê kurd jî yê me ye. Min li hemberî wan xeletî kir, niha jî aştiyê pêk tînim.' Kurd ji duh ve ji bo çareseriyê razî ne."
‘TU KES NIKARE LI PÊŞBERÎ KURDAN BISEKINE'
Mele Şakir Yilmaz (63) ê li navçeya Pasûrê dijî got, li ser gelê kurd zilmeke zaf mezin heye. Yilmaz vegot, wek gelê kurd li gel pêkanîna yekîtiyê hêzdarkirina heqîqetê jî girîng e û hişyar kir ku, ji ber wan wek gel yekîtiya xwe ava nekiriye, dibe ku wek berê bi derew û hîlekariyan mafên wan ji dest wan bên wergirtin. Yilmaz wiha domand: "Ji dêvle em li hemberî hev têbikoşin, divê em werin gel hev. Heke kurd di sedsala 21'emîn de yekîtiya xwe ava bikin, wê bibe sedsala kurdan. Wê kes nikaribe li pêşberî hêza kurdan raweste. Roj ne roja bweriya bi derew û merewa ye, roj roja yekîtiyê ye."
‘DI DEMEK WISA DE NE BÊ ÇEK Û NE JÎ BÊ YEKÎTÎ DIBE'
Abdûlbarî Tiryakî (78) ê ji Sasona Êlihê li gel temenê xwe yî zêde jî, li herêmê di hemû xebatan de cih digire û piştevaniyê dike. Tiryakî dest nîşan kir ku, di serdemek wisa de pêdivî bi yekîtiya kurdan heye, di serdemek ku kurd li herêmê aktor in divê yekîtî pêk bê û wiha axivî: "Nebûna yekîtiyê, wek mirov bê çek biçe şerî. Hele di serdemeke wisa de hem bê çek û hem jî bê bira nabe. Di pêvajoyeke wisa de, divê hem çeka me hebe hem jî yekîtiya me. Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye. Divê kurd vê nêvengê baş bi kar bînin. Çawa têdikoşe, li ber xwe dide, divê bi heman awayî yekîtiyê jî ava bike."
‘DIVÊ ARMANCEK ME HEBE'
Tiryakî anî ziman ku, Ehmedê Xanî gotiye, "Heke armanceke we hebe, ji bo wê têbikoşin", divê gelê kurd jî ji bo yekîtiyê zêde hewl bide û wiha axivî: "Yên zilm li kurdan kirin, çawa di paşerojê de dawiya wan leqayî husranê hat, wê îro jî kesên zilmê bikin dawiya wan wisa be."
‘MUXATABÊN XELET WÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKIN'
Mele Kûtbettîn Bayler (71) ê ji Farqîna Amedê ye gotinên Serokomar Erdogan û AKP'ê yên ji bo çareseriya pirsgirka kurd ku daxuyandibûn ew ê li herêmê pêşengên qenaeê muxatab bigirin nrixand û dest nîşan kir ku, kesên muxatab bên wergirtin, heke rêyeke ku ji bo xweşkirina dilê îktîdarê hilbijêrin wê tu encam jê dernekeve û wiha got: "WÊ nêzîkatiyên wisa pirsgirka kurd çareser neke. Niyeta wan tenê ew e ku, li be rçavê cîhanê bibêjin va em kurd amuxatab digirin. Divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin."
‘WÊ SALA 2017'AN BIBE SALA KURDAN'
Bayler anî ziman ku, gelê kurd li herêmê aktoreke mezin e û got, heke gelê kurd yekîtiya xwe pêk bîne wê azad bibe. Bayler wiha axivî: "Heke gelê kurd ji zilmê xelas bibe, wê yê zilmê dike jî, yê zilm lê hatiye kirin jî, ji zilmê xelas bibe. Wê sala 2017'an bibe sala gelê kur dû destkeftiyên wê."