Gergerlîoglu: Fetwayên Diyanetê ji şîdetê re rê vedike

STENBOL - Serokê berê yê MAZLUMDER'ê Omer Faruk Gergerlîoglu têkîldarî êrîşa li dijî Reinayê bal kişand li ser daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên dewletê kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê meyla DAIŞ'bûnê pir xurt e. Gergerlîoglu got ku fetwayên ku li ser navê ol ji aliyê Diyanetê tên dayîn li şûna îfadeyên binezaketî îfadeyên ku cudakariyê dikişkişîne tê bikaranîn û ev jî ji şîdetê re rê vedike.

Serokê Komeleya Piştvaniyê ya ji bo Mazluman û Mafên Mirovan (MAZLUMDER) ê berê Omer Faruk Gergerlîoglu û Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Oldaran a Stenbolê (DÎAY-DER) Ekrem Baran, di êrîşa li dijî kluba Reina yê ku DAIŞ'ê girt ser xwe ya 39 kesan jiyana xwe ji dest dan 4 jê giran 65 kes jî birîndar bûn de daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatin dayîn berpirsyar girt.

Omer Faruk Gergerlîoglu yê nirxandina "demeke dirêj e li welatême polîtîkaya cudakariyê ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Em wekî hemû civak pirsgirêkên vî dijîn " kir got ku di pîrozbaniyê sersalê de jî heman pirsgirêk jiyane. Gergerlîoglu kêrkirin û sunetkirina maketa Bav Noel bi bîr xist û anî ziman ku bûyerên bi vî rengî "nekomîk e" divê bê lêpirsînkirin.

'MEYLA DAIŞBÛNÊ HEYE'

Gergerlîolu da zanîn ku cudakarî li civakê belav bûye û fikrên ku wêdetirkirinê, ji encamên wehîm re rê vedike. Gergerlîoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê meyla DAIŞ'bûnê gelek zêde ye û wiha berdewam kir: "Fetwayên ku li ser navê ê ol tên dayîn, di fetwayên ku Diyanet dide de li şûna îfadeyên binezaketî îfadeyên ku cudakariyê dikişkişîne tê bikaranîn. Ev jî xwe di gotinên rêxistinên îlegal de xwe dide der û rê ji çalakiyên şîdetê re vedike." Gergerlîoglu diyar kir ku piştî her qatlîamê bangawaziyên "lenetkirinê" jî çareserî nîne û nirxandina "jixwe ev polîtîkayên destur tên dayîn e."

'MIROV KIRINA HEDEF LI DIJÎ CEWHENÊ ÎSLAMÊ YE'

Serokê DÎAY-DER'ê ya Stenbolê Ekrem Baran jî têkîldarî mijarê wiha got: "Em mirov kî dibe bila be dibêjin ku canê mirovan pîroz e. Xwedê çîn, bawerî û etnîk esas negirtiye. Mirovan li gorî etnîk, ol û mezhebê kirina hedef li dijî cewherê îslamê ye. Îslam ola rêzdayînê ye. Tişta ku tu naxwazî li kesekî din neke esas e." Baran li hemberî daxuyaniyên pîroznekirina sersalê û hedefkirinê nerazîbûn nîşan da û wiha berdewam kir: "Noel rojbûna Hz. Îsa ye û ew jî pexemberek e. Alema xiristiyan wekî sûcdar dîtin û êrîş kirin şaş e. Divê rêz bê nîşandan."

'ÎSLAM NE OLA ŞÎDETÊ YA HEZKIRINÊ YE'

Baran têkîldarê daxuyaniyên ku cudakariyê dikişkişîne û êrîşên piştî wê jî nirxandina "Qestkirina canê mirovan, kuştin wehşet e. Ji aliyê kê ve bi çi armancê tê kirin bê kirin wehşet e. Ola îslamê ola şîdetê nîne. Ola rehmet, rêzdarî û aştiyê ye."