‘Seyît Riza li girtîgehê înfaz kirin'

DÎLOK – Apê Seyît Riza Şeran ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hate gotin di şewatê de jiyana xwe ji dest daye, Seydî Şeran diyar kir ku di canezeyê biraziyê wî de şopên şewatê tuneyebûye, bi derbên ji pişt serê xwe xwariyê jiyana xwe ji dest daye.

Li GirtîgeHa Tîpa T a Şirneşê di 28'ê îlonê de ji ber şewata ku derketibû Cîgerxwîn Akdenîz ê 17 salî û Seyît Riza Şeran ê 18 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Apê Seyît Riza Şeran, Seydî Şeran diyar kir ku di bedena biraziyê wî de şopên şewatê tunebûye bi derbeya ku ji pişt serê xwe xwariyê jiyana xwe ji dest daye.

'GOTIN BIRÎNDAR E LÊ CENAZE DAN'

Seydî Şeran diyar kir ku piştî 5 roj li ser şewatê derbas bû hîn bûne ku biraziyê wî birîndar e, rêveberiya girtîgehê li wan negeriyane bi gelek zehmetan ancax xew gihandine Şirnexê. Şeran anî ziman ku ew çûne Beşa lênerîna Giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Şİrnexê û wiha axivî: "Berê dan cem bijîşk. Gotin bijîşk dixwaze we bibîne. Dema ku em çûn cem bijîşk jî xwest bi min re tenê biaxive. Dema ku em tenê man jî agahiya mirina biraziyê min da. Min îtiraz kir. Li ser vî gote otopsî hatiye kirin û birine morgê."

'TU ŞOPÊN YEWATÊ TUNEBÛ'

Şeran da zanîn ku ji bo cenaze çûye lê muxatap nedîten tenê polîs li wir bûye. Şeran destnîşan kir ku ne bijîşk, ne xebatkarên morgê ne jî dozger tunebuye û li vir li cenazeyê biraziyê xwe mêze kiriye. Şeran wiha axivî: "Min li rûyê wî mêze kir saxlem bû. Dema ku min serê wî zivirand xwîn li destê min ket. Min dît ku serê wî teqiyaye. Min ji polîs re gote ev hatiye înfazkirin ma kû dera wî şewîtiye. dema ku mirov bişewite dê mû por bişewitin. Ji min re gote dibe ku jehrî bûye."

'RAPORA OTOPSIYÊ NEDAN'

Şeran bilêv kir ku rapora otopsiyê nedane wan û bi xizmetî welatiyekî ve caneze ji Şirnexê heta Qoser a Mêrdînê anîne ji wir jî bi wesayîtên şaredariyê ve anîne Berecûka Rihayê. Şeran got ku li vir biraziyê xwe defin kirine û wiha axivî: "Li wir biraziyê min înfaz kirin, kuştin. Seyît Riza dema berxwedanê de hatibû girtin. Bi zanebûn ew înfaz kirin. Ew jî baş dizanin navê wî ji kû tê. Xwestin peyame bidin me."

'NEHIŞTIN BAVÊ WÎ BÊ MERASİMA CENAZE'

Şeran got ku bavê biraziyê wî jî li Girtîgena Sêweregê girtî ye lê destur nehatiye dayîn ku tevlî merasima cenazeyê kurê xwe bibe.