MÊRSÎN - Hat îdiakirin ku kesên di çarçoevya operasyonên li dijî HDP'ê de hatin girtin û li Girtîgeha Mêrsînê tên ragirtin, hatine derbkirin û bi darê zorê porê wan hatiye kurkirin. Di rapora têkildarî Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsûsê ya ji aliyê ÎHD'ê ve hat amadekirin de jî, hat diyarkirin ku, ji avgermkirinê û xwe germkirinê êzingek tenê tê dayîn.
Li Mêrsînê, di operasyonên li dijî HDP'ê de bi dehan kesên hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, hefteya borî ew brin Girtîgeha Mêrsînê. Girtiyan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihandin ku, ew rastî îşkenceyê û muameleya kêfî ya girtîgehê tên.
‘PORÊ WAN BI DARÊ ZORÊ LI 3 NIMROYAN XISTIN'
Parêzer Sebahat Gençtarîh Cebe ya ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe çû girtîgehê anî ziman ku, muwekîlên wê bi wan re hevdîtin pêk aniye, porê hemûyan hatibû jêkirin û wiha axivî: "Dema me pirsî, em hîn bûn ku bi zorê porê hemûyan li 3 nimroyan xistine. Dema me ji rêveberiya girtîgehê jî pirsî, ragihandin ku ev sepandineke girtîgehê ye. Her wiha em hîn bûn ku, girtiyên roja ewil bi hev re birine ji ber bi nîzamiya leşkerî hejmarî nedane, bi awayî fecî rastî lêdanê hatine, hatine derbkirin, lê belê ew sewqî nexweşxaneyê nekirine."
‘GIRTÎ MANE LI BER ÎNSAFA GARDIYANAN'
Cebe diyar kir ku, ew sepandin ne li gor rêziknameya girtîgehê û zagona ye û got, ya tê kirin sepandineke derqanûnî ye. Cebe diyar kir ku, ji ber mekanîzmaya venêrînê bi awayekî durist nayê kirin, birêvebirina wê wek firsendê tê dîtin û got, piraniya kesên hatine girtin, ragihandine ku ew di salên 80'yî de jî ketine girtîgehê û ev pêkanînên tên jiyîn wek yên girtîgehên "serdema cûntayê" ne. Cebe dest nîşan kir ku, girtî li ber însafa gardiyan û rêveberiya girtîgehê hatine hiştin.
Parêzer Alî Bozan jî anî ziman ku, muwekîlên wî yên li Girtîgeha Mêrsînê jî hatine derbkirin û got, ji muwekîlên wî xwestine li odeyê û li ser piya bi nîzama leşkerî hejmariyê bidin û dema wan ev qebûl nekiriye hatine derbkirin û rastî muameleyek kirêt hatine. Bozan diyar kir ku, odeyên girtî lê dimînin 3 kesî ne, lê belê 8 kes li odeyekê tên ragirtin.
JI BO SERÊ KESEKÎ ÊZINGEK TÊ DAYÎN
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê jî têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsûsê raporek amade kir. Di rapora hat amadekirin de, ji bo pêdiviya germkirinê ya girtiyan, serê her girtiyekî êzingek tê dayîn. di raporê de wiha hat gotin: "Li Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê ya ku jin lê tên ragirtin, li odeyên 40 kesî 85 kes tên ragirtin. Ji ber ava şebekeyê ya li odeyên girtîgehê nayê vexwarin, rojê du caran bi qofeyan avê tê kişandin. Heke avê tê têr neke, careke din nayê û girtî bê av tên hiştin. Ji aliyê îdareya girtîgehê ve, ji bo pêdiviyên zarûrî yên girtiyan ên wek serşûştinê, ava germ û xwegermkirinê serê kesekî tenê êzingek tê dayîn."
Dîsa di raporê de hat diyarkirin ku, pêdiviyên tenduristiyê yên girtiyan bi cih nayên û wiha hat gotin: "Ji ber li girtîgehan wergêrê kurdî tune ye, nameyên girtî bi kurdî dinivîsînin nayên şandin û her wiha nameyên tên jî nayên dayîn. Girtî rastş gelek pirsgirkên tenduristiyê tên. Bi piranî daxwaz çûyîna nexweşxaneyê û revîrê bi sedemên cuda tên redkirin an jî heta demek dirêj tên rawestandin. Ji aliyê îdareya girtîgehê ve, nîna pêdiviyên taybet ên girtiyan ên ji der ve tên astengkirin û kirîna ji kantîna girtîgehê tê ferzkirin."