KOCAELÎ- Gulîzar Ateş a li Gerînendetiya SGK'a Kocaeliyê dixebitî, madeyên 137 û 138'emîn ên qanûna 657'an wek hincet hatin nîşandan û ji kar hat dûrxistin. Ateş got, ew nizane bi çi tê tawanbarkirin û wiha dest nîşan kir: "Dûrxistina ji kar nayê wateya ku ez netêkoşim."
Berdevka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyî (BES) a Kocaeliyê Gulîzer Ateş a li Gerînendetiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) dixebitî, di 27'ê kanûna 2016'an de madeyên 137 û 138'emîn ên qanûna 657'an wek hincet hatin nîşandan û ji peywirê hat dûrxistin. Dûrxistina ji peywirê bi awayekî nivîskî ji Ateşê re hat şandin û dibêje, tu hinceteke huqûqî ya dûrxistina wê yî ji kar tune ye, lê bes bi temamî ji ber fealiyetên wî yî sendîkayî ye.
'NIZANIM BI ÇI TÊM TAWANBARKIRIN'
Ateş a bi teblîxateke hat mala wê, ji karê xwe yî 22 salan hat dûrxistin got, tu hinceteke eşkere di teblîxatê de cih nagire. Ateş a got, "Nizanim bi çi têm tawanbarkirin" diyar kir ku, wê pirsa "Ji bo çi ji peywirê hatime dûrxistin" arasteyî Gerînendeyê SGK'a Bajêr kiriye, lê belê ew jî nizane. Ateş wiha bertek nîşan da: "Dixwazim mafê xwe yî bersivê, parastinê bi kar bînim, çimkî dixwazim hîn bibim ku ez bi çi têm tawanbarkirin."
Ateş anî ziman ku, wê di fealiyetên xwe yî sendîkayî de bi salan ji bo parastina mafên kedkaran ked daye û dest nîşan kir ku, ew di wê fikrê de ye ku ji ber fealiyetên xwe yî sendîkayî ji peywirê hatiye dûrxistin û wiha domand: "Me doza jiyaneke mirovahiyî kir û 14 salan me di nav têkoşîna kedkariyî de cih girt. Me daxwaza amfên bingehîn ê kedkarên cemaweriyê kir. Heke xebatên me yî sendîkayî sûc bin, belê min ew sûckir û li her qadê jî min mafên kedkaran parast."
'DÛRXISTINA MIN Î JI PEYWIRÊ NAYÊ WATEYA EZ Ê NETÊKOŞIM'
Ateş, balê kişand ser dûrxistina karker û kedkaan ên bi OHAL'ê re xwe didin der û got, dixwazin wan bê kar bihêlin û bi vî awayî bi paş ve gavê bi wan bidin avêtin. Ateş diyar kir ku, li Tirkiyeyê rêjeya betaliyê zêde dibe û rê li fealiyetên sendîkayî tê girtin û wiha got: "Dibe min îxrac jî bikin, dibe betal jî bimînim, ev qet negirîng in. Heke li vî welatî betalî serî berda be, kedkarên cemaweriyî bi meaşekî di sînorê birçîtiyê de bixebitin, tayînên derheqaniyetê bên kirin, yên nikaribin nan bibin mala xwe hebin û heke em baceke zêde ji me bê stendin, helbet ez ê li dijî vana rawestim. Dûrxistina min a ji peywirê nayê wateya ez ê netêkoşim."
‘HEKE EM BITÊKOŞIN EM Ê BI SER KEVIN'
Ateş anî ziman ku, bi sala ye ew ji bo maf û azadiya kedkaran li ber xwe didin û diyar kir ku, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha axivî: "Heke em têbikoşin em ê bi ser kevin, em netêkoşin şensekî me yê serketinê tune ye."