EDENE - Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Sarûhan Yagmûr diyar kir ku, ji ber şert û mercên fîzîkî Çarşiya Qesaban talûkeyeke mezin dide der û wiha bertek nîşanî şaredariyên sozê xwe bi cih neanîn da: "Şaredarîvanî tenê ne berhevkirina 3 çopan û rijandina asfaltê ye."
Li Edeneyê, ji ber kêmasiyên şert û şirûtên fîzîkî û pirsgirêkên Çarşiya Qesaban, hem esnaf hem jî welatî bi gilî û gazinc in. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Huseyîn Sozlu û Serokê Şaredariya Seyhanê Zeydan Karalar yên ku di Hilbijartina Herêmî ya 30'yê Adara 2014'an de sozê dê piştevaniya Pêşnûmaya Çarşiya Qesab û Saqatatfiroşan a Edeneyê ya Nû bikin dan, piştî hilbijartinê sozê dabûn ji bîr kirin. Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Sarûhan Yagmûr diyar kir ku, ji bo qesab û masîvan xwe bigihînin çarşiyeke modern, hem Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ham jî Şaredariya Seyhanê soz dane wan, lê belê soza xwe bi cih neanîne.
Yagmûr dest nîşan kir ku, Çarşiya Qesaban a li nav Çarşiya Misirê cih digire, talûkeyeke mezin dide der û wiha got: "Li Çarşiya Qesaban, Xwedê neke heke şewatek derkeve wê Alî Dede û Karasokûlû tune bibin. Çimkî ew de tim wek îmalatxaneyê ye. Tebeqeyên bi tûpan tên girtin, hemû ji petrolê hatine çêkirin. Li gel vê, avahî di sala 1913'an d ehatine çêkirin. Yanî erdhejek çêbibe, wê tu kes bi saxî nikaribe ji wir derkeve." Yagmûr anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin 3 sal berî soz daye wan, lê belê piştî hilbijartinê têkildarî wir tu xebat nekirine û got, ji ber avahiya mezbexaneyê avahiyeke dîrokî ye, ew nikarin bizmarekî jî bikutin.
'BERHEVKIRINA ÇOPAN Û RIJANDINA ASFALTÊ NE ŞAREDARÎVANÎ YE'
Yagmûr dest nîşan kir ku, wan hem ji bo mezbexaneyê hem jî ji bo qesaban erseyek xwestiye û wiha axivî: "Berê gelek caran min ragihand. Em dixwazin bazara masiyan bi awayekî modern bê çêkirin. Niha meydana bajêr tê çêkirin. Ji bo çêkirina vê meydanê divê helalî ji hemû xwediyên milkan bê xwestin. Lê em dizanin bi gelek kesan re rastî daw û dozan hatine. Ez ne bawer im di biniya 20 saliyî de ev meydan biqede. "Şaredarîvanî tenê ne berhevkirina 3 çopan û rijandina asfaltê ye."
'LI TEVAHIYA BAJÊR 365 QESABÊN QAÇAX HENE'
Yagmûr, balê kişand ser zêdebûna qesabên qaçax ên li Edeneyê û ragihand ku, tenê aîdî penaberên SÛriyeyê 65 qesab hene. Yagmûr dest nîşan kir ku, li tevahiya Edeneyê jî 65 jê aîdî penaberên Sûriyeyê, bi giştî 365 qesabên qaçax hene. Yagmûr wiha domand: "Em diçin, nivîsên bi erebî hene. Em dipirsin ev kî ye. Bi erebî diaxivin, tu fam nakî. Em ji parlementerên tên re dibêjin, Sûriyeyî hatine divê em çi bikin. Dibêjin, 'Ew mêvan in birê min, gidî gidî ha.' Em biçin welatekî din, wê kî me qebûl bike. Li van deran bac tune ye, sîgorte tune ye, stopaj tune ye. Tenê nasnameyên ku dewletê dane hene. Esnaf, rojekê jî Bagkûr an jî SSK'ya xwe nerazîne, dmeildest fîşê dikêşin. Hêzeke me yî mueyîdeyî tune ye. Em wan vedixwinin, dibêjin werin qeyda xwe çêbikin, lê camêra çawa nameyê digirin wisa jî diqetînin û davêjin. Ji ber vê yekê, venêrîn şert e."
Yagmûr anî ziman ku, zêdebûna maliyeta xwedîkirina heywanên zindî bandorê li piyaseyê jî dike û wiha axivî: "Li welatê me, bi qasî têra demeke kurt bike heywanên me hene. Heywanên mezin hîn jî wek îthalê tên. Tengasiya me di warê yên biçûk d eye. Divê dewlet çareyekê ji xwedîkerên heywanên biçûk re bibîne"