'YPJ'ê 601 jinên êzîdî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir'

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdulla diyar kir ku di sala 2016'an de 601 jinên êzidî li Reqqayê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Fermandara Yenîneya Parastina Jine (YPJ) Nesrîn Ebdulla têkildarî têkoşîna YPJ'ê ya li dijî DAIŞ'ê û rizgarkirina jinên êzîdî diyar kir ku ji bo wan rizgarkirina Reqqayê gelekî girîng e. Eddulla, anî ziman ku ev ne ji ber peywendiya wê bi DAIŞê re ye, ji ber ku Reqqa navçeyeke xwedî cografiya girîng a Sûriyê ye. Ebdulla destnîşan kir ku wan di sala 2016'an de 601 jinên êzidî li Reqqayê ji destê DAIŞê rizgar kirin.