STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna êrîşa Reînayê de li Konyayê hinek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de hevjîna êrîşkarê ku qetlîam pêk aniye jî heye.
Êrîşakarê Reînayê yê ku di mehe Mijdarê de ji Sûriyeyê hat Tirkiyeyê û ji bo balê ne kişîne zarok û hevjîna xwe jî bi xwe re anîne Konyayê, piştî êrîşê kesên ku têkiliya wî bi êrîşkar re hene hatin binçavkirin. Komên girêdayî Midûryeta Polîsan a Bajar şevê operasyonek li darxistin û hinek kesên ku têkiliya wî bi êrîşkar re hene binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de hevjîna êrîşakar a li Konayayê hiştiye jî heye.
Kesên hatin binçavkirin anîn Stenbolê.