Êzidî Şakîr Acar: Alîkariya ku gelê Amedê ji mere kir tu kesî nekir

MÊRDÎN - Welatiyê Êzidî Şakîr Acar ê ku ji aliyê qeyûm ve nayên xwestin û li kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatiye bicihkirin diyar kir ku piştî dest danîn ser şaredariyê mecbûr mane li vir bicih bibin û wiha got: “Me li wêde rê cihê xwe çêkiribû. Gelê Amedê alîkariyek gelek mezin da me. Alîkariya wan pir cuda bû.”

Bi hezara Êzidiyên di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Şengalê reviyan û li kampa Fîdanlik a girêdayî şaredariya Yenîşehîra Amedê hatin bicihkirin, ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin ve carek din mecbûrî koçkirinê hatin kirin. Bi hezaran Êzidiyên beriya 3 salan li Fîdanlikê hatin bicihkirin, hinek malbat di rojên bihûrî de şandin navçeya Mîdyada Mêrdînê û li kampa AFAD’ê ya ku 21 hezar koçber lê ne hatin bincihkirin.

Şakîr Acar ê ku malbata wî koçî kampa AFAD’ê ya li Mîdyadê hatiye kirin da zanîn ku ew mecbûr mane koçî vir kirine û wiha got: “Me salekê li kampa Fîdanlikê ya li Amedê jiyan kir. Kampa me girêdayî şaredariyê bû. Piştî dewletê dest danîn ser şaredariyan partiya AKP’ê şaredarî girtin. AKP ji bo em bicin kampa girêdayî dewletê zext li me kir. Ne ji ber xwesdtekê em mecbûr man hatin vir.”

‘ME CIHÊ XWE ÇÊKIRIBÛ’

Acar, bi lêv kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin alîkariyê dihatin kirin hatin sekinandin û wiha pêde çû: “Me li Fîdanlikê cihê xwe ava kiribû. Me bexçe ji xwe re kiribû, me dikan vekiribûn. Niha em mucbûr man jê derkevin. Wê derê pir xweş bû berfirek bû, em penaberin û dema tu ji welatekê tê welatek din tişta tu bixwazî bikî girîngiya wê namîne. Piştre çi bidin tu mecbûrî wî dibî. Em naxwazin biçin kampa li Malatyayê. Welatiyên li Mîdyadê zimanê me dizanin û nezî çanda me ne. Vir jî axa Kurdistanê ye ji ber wê em vir hilbijart. Ger nexweşiyek me çêbibe gelê li vir zimanê me dizane û dikarin alîkariyê bidin me. Gelê Amedê xwedî li me derket. Gelek alîkariya me kirin. Alîkariya ku gelê Amedê li me kirî kesekê li me ne kir. Tişta wan kirî pir cuda bû.”

‘EM MECBÛRIN LI VIR BIMÎNIN’
Haydar Husseîn Îsmael ku ev saleke li kampa AFAD’ê dimîne jî wiha axivî: “Me ji ber êrîşên DAIŞ’ê axa xwe hişt û em reviyan ev êşek mezin dide me. Em mecbûr man li vir bimînin. Ji ber em ji nîva şer hatine em mecbûrin li vir bimînin. Gelek kes ji me hatin kuştin, gelê me yê li kampa Amedê jî anîn vê derê. Ne dixwestin lê mecbûr man. Ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hatine kirin kamp hatin girtin.”