STENBOL - ÎHD û THÎV’ê, êrîşa li Reînayê ya ku 39 kesan jiyana xwe ji desta da şermezar kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de ev tişt hatin gotin: “Em wekî parêzvanên mafê mirovan bawer nakin ku dê pirsgirêk bi şîdetê bê çareserkirin. Pirsgirêk bi nîqaşan dikare bê çareserkirin.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), bi daxuyaniyekê êrîşa li Reîna ya li Ortakoya Stenbolê ku di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezr kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qetlîama Reînayê şermezar dikin, mirinê na jiyanê dixwazin” hat vekirin. Beriya daxuyaniyê Hevseroka Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Wekî komele em êrîşê şermezar dikin. Em bawer dikin ku tu pirsgirêk bi şîdetê nayê çareser kirin û em li dijî em şêweyên şîdetê ne.”
Daxuyaniya hevpar a ÎHD û TÎHV’ê ji aliyê endama Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî, diyar kir ku piştî sala 2016 ku ji bo mafê mirovan salek xirab bû derbas bû di saetên destpêkê yên sala 2017’an de li dijî mafê jiyanê êrîşek hatiye pêkanîn û ew vê êrîşê şermezar dikin. Yolerî, bi lêv kir ku di hedefa hemû êrîşan de welatiyên sivîl hene û wiha got: “Tu êrîşê pêk tê heta rastiyên civakî yên li pişt van êrîşan neyên dîtin nikare bê famkirin. Lê kesên ku erdnîgariya em li ser dijîn rêvedibin, destûr nadin ku fikrên cuda bên nîqaşkirin. Li nokteya ku şîdet gihiştiyê şaştiyên rêveberiyê nikarin bên nîqaşkirin, destûr nadin vê yekê û astengiyan derdixin.”
Yolerî, da zanîn ku kesên ku ji îdeolojiya fermî cuda dihizirin, kesên ku hizrên xwe tînin ziman di bin zextan de ne û wiha pêde çû: “Gotinên nefretê îktîdar derdixine pêş. Dihat zanîn ku dê di saetên destpêkê ya sala nû de êrîşên cîhatciyan pêk bên. Akît ku nêzî îktîdarê ye, wekî rojnameyên neteweyî rojnameyan bi manşetên xwe ev êrîş berê ragihandibûn. Para rojnemegeriya alîkri di vê de heye.”
Yolerî, di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Em wekî parêzvanên mafê mirovan dibêjin tu pirsgirêk bi şîdetê nayê çareserkirin. Pirsgirêk bi nîqaşan dikarin werin çareserkirin. Erdnîgariyên ku şîdet lê serdeste, gotin tên qedexekirin. Ji ber wê li dijî hemû cureyên şîdetê xwe îfadekirina azad hewcehiya herî bingehîne û em vê carekdin dubare dikin.”