Hêjamara binçavkiriyan derket 14'an

STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê êrîşan li Reînayê de hêjmara kesên hatine binçavkirin derket 14’an.

Derbarê êrîşa li Reîna yê li Ortakoya Stenbolê ku 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 jî birîndarbûn de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Buroya Sûcên Rêxistinkirî û Terorê ve lêpîrsîn hat vekirin û di çarçoveya lêpirsînê de hêjamara kesên hatin binçavkirin derket 14’an. 8 kesên beriya niha hatibûn binçavkirin karên girtina îfadeyên wan didomin û 6 kesên din jî hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku karên 14 kesên li Midûryeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin didomin.

Li aliyê din hat zanîn ku piştî dîmên aîdî êrîşkar di çapemeniyê de hatin weşandin, di encama giliyan de polîdan bi ser hinek navnîşanan de girtin û li ser rêyan pêkanînan GBT’ê dane destpêkirin.