ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, pirsname da meclîsê û têkiliya MÎT'ê ya bi kuştina 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin kuştin re ji Serokwezîr Binalî Yildirim pirsî.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, têkildarî kuştina siyasetmedarên jin ên kurd Sakine Cansiz û Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Cileya 2013'an de li parîsê hatin kuştin, pirsname da meclîsê. Kurkçu, di pirsnameyê de ji Serokwezîr Bînalî Yildirim xwest ku têkiliya MÎT'ê ya bi kuştina 3 jinan re heye ya na bibersivîne. Bînalî, anî ziman ku têkiliya Omer Guney' bi MÎT'ê re heye ya na bibersivîne.
Kurkçu, ji bo bersivandinê ev pirs ji Bînalî pirsîn:
* Hûn ji îdîanameya Cînayeta Parîsê ku di 23'ê Çileya 2017'an de pêk bê û Teşkîlata MÎT'ê ya girêdayî hikumeta we xebatê dike jî eleqeder dike, agahdar in? Hûn li dijî vê îdîanameya ku diyar dike ku MÎT bi taybetî welatiyên Komara Tirkiye dke hedef, helwestek çawa nîşan didin?
* Hikûmeta we tekildarî kuştina 3 welatiyên Komara Tirkiye Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û îdîaya der bare welatiyê Komara Tirkiyeyê Omer Guney de yên der barê MİT'ê de lêkolîn kirin.
* Rayedarên darazê yên Firansayê bi armanca bersivandinê ji muxatabên Tirkiyeyêre pirs şandin, lê bersîva van pirsan ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hatine astengkirin. Çima van bersîvan naşînin ji daraza Firansayê re.
* Di îdîanameya pêşkêşî Dadgeha İstinafê ya Parîsê hatiye kirin de tê gotin ku Omer Guney li dijî siyasetmedarên kurd Remzi Kartal, Nedim Sever û Îbrahim Gundogdu tevî piyvirdarên MİT'ê ev yek plan kirine.
* Tê gotin ku ji bo kuştina Sakine Cansiz û hevalên wê nivîs hatiye şandin û ev nivîs aydî MÎT'ê ye. Tê gotin ku MÎT'ê di 18'ê mijdara 2012'an de bi ser navê “Nîşeya Fermanê", di 14'ê Cileyaya 2014'an de di rojnameya Birgun û piştre jî di gelek medyayê de tê weşandin. Piştî vê yekê Serokwezîrtiya we li ser vê yekê lêkolîn kiriye?
* Di hevpeyvîna ku Ahmet Şik bi Cemil Bayik re kir de, tê gotin ku Nêşeya MİT'ê ya ji bo kuştina Sakine Cansız, Musteşarê MÎT'ê Hakan Fidan aniye ziman ku kaxizên wan ên fermî hatine bikar anîn. Ji aliyê Serokwezîrtiyaı we ve der barê MÎT'ê de lêkolîn hatiye kirin.
* Çalakiya ku hatiye plankirin di nava xebatên MİT'ê yên bi zagnan hatiye diyarkirin de cih digire? Ger ku nehatibe plankirin der barê vê yekê de çi lêkolîn hat kirin.
* Di notên MÎT'ê yên hatin pêşkêşkirin de kesên bi navê O. YÜRET: Midûrê Şaxê, U.K. AYIK: Serokê Daireyê, S. ASAL: Cîgirê Serok, û H. ÖZCAN: Serok, ev kesên rast in. Ger ku kesên rast bin têkildarî vê belgeyê der barê wan de lêpirsînek çawa hatiye destpêkirin.
* Tê gotin ku endamên MÎT'ê yên tev kuştinê bûne hatine xelatkirin. ev rast e.?