'Pêkanînên qeyûm mantiqa teslîmgirtina şaredariyê ye'

DERSIM - Alîkarê Hevşaredarên Dersimê Huseyîn Tunç ê ku ji aliyê qeyûm ve ji peywir hat girtin diyar kir ku pêkanînê qeyûm ji xizmetkirina gel wêdetir, feraseta mantiqa teslîmgirina şaredariyê ye.

Alîkarê Hevşaredarên Dersimê Huseyîn Tunç ê piştî ku Hevşaredarê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul ji peywir hatin girtin ji aliyê Alîkarê Walî Olgun Oner ê wekî qeyûm hate tayînkirin ve ji peywir hat girtin li avahiya Egîtîm Senê ya Dersimê civîna çapemeniyê li dar xist. Tund di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de diyar kir ku qeyûm bi mantiqa teslîmgirtina şaredariyê tevdigere.

Tund di axaftina xwe de têkîldarî tayînkirina qeyûm got ku ev sererastkirina ku li ser esasê nenaskirina îradeya gel hatiye avakirin ji bo wan tuneye. Tunç wiha berdewam kir: "Eger wekî ew dibêjin armanc xizmetkirina gel û Dersimê be bila keremkin bên em sandiqê deynin û hilbijartinê pêk bînin. Tercîha gel çi dibe bila hemû kes rêzê nîşan bidin." Tunc banga xurtkirina têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê kir.

Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu jî destnîşan kir ku qeyûm gelek kes bi awayekî nehiqûqî ji kar avêtiye bi KHK'an ve gelek kedkar ji kar hatine avêtin. Onlu got ku di gelek qadan de binpêkirin û nehiqûqî qerekterekî faşîst girtiye û banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir. Onlu diyar kir ku divê di sala 2017'an de têkoşîna hevpar bêhtir mayînde û demdirêj be.