Xwediyê Îmtiyazê yê Ozgur Gundemê Sancili hat girtin

RIHA - Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Kemal Sancili yê hatibû binçavkirin, hat girtin.

Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hiktê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li navçeya Akçakale ya Rihayê hatibû binçavkirin bi SEGBÎS'ê ve îfade da Dadgeriya Lêpirsînê ya Nobedar a Stenbolê. Piştî ku Sancili îfadeya xwe da bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û "yekîtiya dewletê xira kiriye" hate girtin. Ji bo ku Sancili sewqî girtîgehekî li Stenbolê bê kirin ji Midûriyeta Înfazê ya Cezayê ya Rihayê re nivîs hat nivîsandin.