Lakhe li welatê xwe hat binçavkirin û berdan

ENQERE - Lakhe Mashrapov ê ku ji aliyê TRT Worldê ve wekî kiryarê êrîşa li dijî kluba Reinayê hate nîşandan li Kirgizistanê hat binçavkirin û hat berdan.

Li gorî malpera nûçeyan a Turmushê ya Kirgizistanê Mashrapov qebûl kiriye pasaport a wî ye lê got ku ew wê demê ne li Stenbolê bûye. Mashrapov di îfadeya xwe de got ku di 28'ê kanûnê de çûye Stenbolê û di 30'ê kanûnê de vegeriyaye welatê xwe.

TRT Worldê Mashrapov di twitterê de wekî êrîşkar nîşan dabû û piştre jê biribû.