Parlementerê HDP'î Pîr serbest hat berdan

AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ê li Amedê, piştî rûniştina Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan temaşekir û paşê li ber ediyeyê hat binçavkirin, piştî karên îfadedayînê serbest hat berdan.

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, piştî ji rûniştina Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin derket, li ber edliyeyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin. Dema parlementerên HDP'î Meral Daniş Beştaş û Sîbel Yîgîtalp ji bo daxuyaniyê bidin hatin ber edliyeyê, polîsên sivîl ji Pîr re gotin: "Der barê we de, biryara anîna bi darê zorê ya dozgeriyê heye. Em ê we li gor usûlê bibin dozgeriyê."

Li ser vê parlementeran xwetsin biryarê bibînin, lê polîsan wiha got: "Biryar ji aliyê dozgeriyê ve tê amadekirin, wê heval niha bîne."

Di wê kêliyê de Pîr wiha axivî: "Heta niha tiştek teblîxî min nehatiye kirin. Her hal dozgerê min li edliyeyê dîtiye û wogotiye, 'hey li vir e, ez hema biryarê amade bikim.'" Pîr dest nîşan kir ku, ji xwe Enqere biryarê dide û wiha got: "Biryara tê dayîn tenê li vir tê sepandin. Sekna me zelal e. Em ê parêziya xwe yî siyasî bikin. Têkildarî kesayetiya dozger û dadwer de tu pirgirêgeke me tune ye."

Pîr di nezareta polîsan de xistin avahiya edliyeyê û piştî kêliyekî li odeya Baroya Amedê hat rawestandin, ew şandin dozgeriyê.

Piştî akrên îfadedayînê Pîr serbest hat berdan.