ŞIRNEX - Hevjînê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk ê ji bo beşdarî rûniştina hevjîna xwe ya dê sibê pêk bê bibe, li têketina Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Hevjînê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk ê ji bo beşdarî rûniştina hevjîna xwe ya dê sibê pêk bê bibe tevî parêzerên Bîrlîkê hat Şirnexê, li têketina Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina Bîrlîk nehat diyarkirin. Bîrlîk ji bo venêrîna tendurisstiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji wir jî ew birin Muduriyeta Polîsan a Şirnexê.