STENBOL- Modavanê navdar Barbaros Şansal ê ji ber parvekirinên xwe yî medyaya civakî ji KKTC'yê hat dersînorkirin û paşê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Modavanê navdar Barbaros Şansal ê ji ber parvekirinên xwe yî medyaya civakî ji Komara Tirk a Kibrisa Bakur (KKTC) hat dersînorkirin û paşê hat binçavkirin, piştî karên li dozgeriyê bi tawanbariya "Biçûkxistin û tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê ve" hat girtin. Şansal ê dem aji balafirê daket û rastî êrîşa komekê hatibû, piştî karên li muduriyeta polîsan, sewqî Qesra Edlatê ya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Îfadeya Şansal ji aliyê Dozgeriya Sûcên Çapemeniyê ya Stenbolê ve hat wergirtin. Şansal di îfadeya xwe yî li dozgeriyê de tweeta xwe ya ji ber tê tawanbarkirin qebûl kir û wiha got: "Li vir mebesta min, têkildarî emxdûrkirina mirovên xwedî 3 baweriyên cuda ye. Teqez zimanekî kîn, nefret û ciyawaziyî nehatiye bikaranîn."