Rojnameger Sebahattîn Koyûncû tahliye bû

ŞIRNEX - Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin, Sebahattîn Koyûncû, hat tahliyekirin. Koyûncû got, ew ê mafê nûçewergirtinê yê gel biparêze.

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin, Sebahattîn Koyûncû, li ser daxwaza îtirazê ya parêzeran di encama dadgeha navberiyî de hat tahliyekirin. Koyûncû di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê de piştî du caran hat binçavkirin, di 1'ê îlona 2016'an de bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

'MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ YÊ GEL NAYÊ ASTENGKIRIN'

Koyûncû yê piştî 4 mehan hat berdan, ji aliyê malbata xwe ve bi kêf û xweşiyî hat pêşwazîkirin. Koyûncû anî ziman ku, ew ji ber fealiyetên xwe yî rojnamegeriyê bi awyaekî derhuqûqî hatiye girtin. Koyûncû bi bîr xist ku, hîn jî gelek rojnameger ji ber fealiyetên xwe yî rojnamegeriyê bi awayekî derhuqûqî girtîne û wiha got: "Divê hemû hevalên me yî rojnamger ên girtîne, demildest bên berdan. Mafê nûçewergitinê yê gel nayê astengkirin. Ji ber rojnameger mafê nûçewergirtinê yê gel diparêzin, tên girtin. Hêviya min ew e ku, hemû rojnamger bigihijîn azadiya xwe."

Koyûncû dest nîşan kir ku, e ew ê ji cihê mayî fealiyetên xwe yî rojnamegeriyê bidomîne û wiha got: "Ez ê her rastiyan ragihînim gel."