Mîrateya ku 2000 sal in ser piya maye: Keleha Necmê

MINBIC - Li Suriyeyê di dema şer de rêxistinên çeteyan tenê bi sed hezaran welatî qetil nekirin, her wiha li cihê ku dagirkirin mîrateya mirovahiyê, avahiyên dîrokî jî rûxandin. Berhemên dîrokî yên ku dikaribûn hilgirin dizîn, yên nikaribûn hilgirin jî xirab kirin. Ji van yek jê jî Keleha Necmê ye. Piştî Minbic ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, ev keleha dîrokî jî bêyî bi tevahî bê hilweşandin rizgar bû.

Di 5 salên dawî yên şerê Suriyeyê de, tenê bi sed hezaran mirov nehatin qetilkirin. Di heman demê de bi hilweşandina cihên dîrokî û texrîbkirina mîrateya mirovahiyê re hafizeya mirovahiyê jî derbe xwar.
Mekanên ku mîrateya cîhanê ne û hîn jî di der barê wan de lêkolînên teqez nehatine kirin jî, bi şer re winda bûn. Di dema şer de kesên ku bi dirûşmeya “ji bin zulma Esed, rizgarkirina gel” rahiştin çekan, di demeke kin de wergeriyan artêşên talanê û berhemên dîrokî yên ku dikaribûn hilgirin dizîn, yên nikaribûn hilgirin jî li ber çavê hemû alemê bi teqemeniyan an jî bi balyozan hilweşandin.

Cihekî ku ji vê talanê nesîbê xwe girt û gelek berhemên wê hatine dizîn jî Keleha Necmê ye. Keleha ku girêdayî Wîlayeta Helebê, di nava sînorê Minbicê de li kêleka Çemê Firat cih digire, diyar e ji ber xwedî cihekî stratejîk e, ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve bi temamî nehatiye rûxandin.

Piştî Adara 2011’yan Minbic di 12’ê tîrmeha 2012’yan de ligel Keleha Necmê kete bin kontrola Artêşa Azad (OSO). Di 21’ê çileye 2014’yan de DAIŞ’ê Minbic, li gel Keleha Necmê ji destê OSO’yê derxist û dagir kir.

Çeteyan çekên giran li kelehê bi cih kirin. Şibakeyên di bircan de ku berê li gorî tîrvanan teng hatine çêkirin, fireh kirin û mewziyên doçkayan lê bi cih kirin. Li qata duyemîn a kelehê, di 2 odeyan de kunên destav û serşoyê vekirin. Di riyên veşartî yên di nava kelehê de ku tê gotin xwe berdidine Çemê Firatê, bi kompresoran qul vekirin û texrîb kirin. Li gorî rîwayetê, riyeke veşartî ji nava kelehê, xwe berdide Çemê Firatê û di bin çem re weke tunelekê darbasî milê Sirrînê dibe. DAIŞ jî bi kompresoran li vê riyê geriyaye.

Di 23’yê tîrmeha 2016’yan de Keleha Necmê ji hêla şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin. Bi vî awayî keleha dîrokî ji texrîbateke mezintir xilas bû.

Keleha ku 118 kîlometre dûrî Helebê ye û 30 kîlometre dikeve rojavayê Minbicê, tê texmîn kirin ku destpêkê beriya zayinê di salên 100’î de ji hêla Romayê ve hatiye înşakirin.
Romayiyan li ser zinarê girekî ku Çemê Firatê dibîne weke 2 qatan, bi şêweyê lakêşeyî çêkirine. Tê texmînkirin ku li hemberî tehdîdên Pers Sasaniyan, bi awayekî kelat (hisar) ji bo kontrolkirina rêyan, weke tesîseke leşkerî ava kirine.

Piştî zayinê di salên 300’îde li kêleka Çemê Feratê, li derdora vê kelehê di navbera Pers û Romayê de şerekî mezin diqewime û tê gotin Roma di vî şerî de têk diçe. Di salên 700’î de ji ber şerên demdirêj yê bi Persan re Roma zeîf dibe. Di vê demê de Ebbasî bi hêz dibin û di sala 750 de xelîfetî û desthilatdariyê digirine destên xwe. Bi vî awayî li herêma Helebê jî cihên stratejîk dixine binê kontrolê.

Destpêkê di sedsala 7’an de di nivîsên erebî de bi navê Keleha Cisr Minbic, ev keleh cih digire. Tê texmînkirin ku di sala 526’an de di Erdheja Antakyayê de dîwarê bakurê kelehê hildiweşe.

Di dawiya serdema Ebasiyan de, êdî li Musilê Dewleta Zenkiyyun (Zengi) ava dibe. Bi vê yekê re Nureddin Mehmud Zengî dibe Begê Helebê. Di nava salên 1146-1174’an de Nureddin Zengî, dîwarê bakurê Keleha Necmê ku di erdhejê de hilweşiya bû înşa dike.

Bi mirina Nureddin Zengî re êdî Eyyûbî li herêmê hikum dikin. Selâhaddîn Eyyûbî jî berî bimire, welatê di bin hukmê Eyyûbiyan de, li zarokên xwe parve dike. Heleb, Hârim, Tel Bâşir, Ezez, Derbusâk û Minbic dikeve binê îdareya kurê Selahaddîn Eyyûbî Melik Zâhir Qazî. Ji neviyên Selahaddîn Eyyûbî Ebu Feth Ebu Mensur Giyasettin El Melîk El Zahir Qazî ibn Selahaddin Yusuf ibn Eyyûb (1173-1216) di dema li kelehê bi cih dibe de, navê wê dibe Keleha Mensûriye. Di hin rîwayetan de jî tê gotin ku dibe navê Mensûriye ji Mensûrê (754) birayê Xelîfeyê Ebbasiyan Ebu Ebbas Seffah mabe. Di ketina kelehê de li jora derî li milê rastê di kîtabeyeke kevirî de jî navê “Qel-et El Mensuriye” (Keleha Mensûriye) cih digire. Her wiha li gel nivîsa “Xwedê rihma xwe li Melîk Zahir Qazî bike” navê mimar Îbrahîm İbn Nabe El Minbicî jî di heman kîtabeyê de nexşkirî ye.

Di serdema kurê Selahaddîn Eyyûbî Melîk Zahir Qazî (1208-1215) ku Waliyê Helebê bû de, li kelehê bi kîremîtên axa sor gelek cih hatine zêdekirin. Mizgeft, hemam, eywan, çarşiya ku li her du kêlekên wê odeyên gumbet hene, qesreke biçûk û kîtabeyên bi erebî li ser kevirên mezin hatine nexşkirin, li kelehê hatin zêdekirin. Her wiha Zahir Qazî hawizekî avê yê biçûk di şeklê stêrkeke (necm) 8 koşeyî de çêkir. Tê texmînkirin ku bi vê yekê xwestiye keleh êdî bi navê kalikê wî Necmeddîn Eyyûbî bê bi nav kirin. Dîsa stêrka 8 koşeyî tê gotin ku îşareta 8 rêgezên weke; tebat, şikir, dilsozî, dilovan, rastî, veşartina siran, xwe kêm dîtin û comerdî ye.

Piştî Zahir Qazî êdî ev keleh bi navê Keleha Necmê tê nasîn. Di sedsala 13-14’yan de di dema îstilayên Mogolan de Keleha Necmê jî zirar dibîne. Dîsa di dema belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de hin eşîrên bedewî yên li derdora Keleha Necmê ne, serî radikin. Osmanî jî di sala 1820’an de ji bo vê serhildana ereban têk bibe, bi artêşê êrîş dibe ser kelehê. Li gel hemû êrîşên giran jî nikare bi eşîrên bedewî. Di vê êrîşê de jî Keleha Necmê zirar dibîne û hê jî di dîwarên milê rojavayê kelehê de şopên êrîşan hene. Keleha Necmê li gel hemû êrîşan hebûna xwe gihandiye roja îro.

AVABÛNA KELEHÊ

Keleh li ser zinarekî saxlem li serê girekî ku hakimê derdora xwe û Çemê Firatê ye hatiye avakirin û li gel dîwarên kelehê xwedî rêyên parastina xwezayî ye jî, ji rojhilat ber bi rojava ve 170 metre dirêjahî, ji bakûr ber bi başûr ve 130 kîlometre firehiya kelehê heye. Di navbera Iraq û Suriyeyê de li kêleka Çemê Firatê ji bo kerwanan noqteya derbasbûnê ye. Dîwarên kêleka kelehê rast hatine avakirin. Lê li aliyê deriyê kelehê ku li Firatê dinihêre kevir dema ber bi jor ve hatine risandin di şekle nêrdewanê de 4-5 santîm ber bi hundir ve hatine rêzkirin. Bi vî awayî keleh hem li hemberî afetên xwezayî hem jî li hemberî êrîşên giran bi mîmariyeke balkêş hatiye parastin.

Dîsa li derdora kelehê di tehtê de xendekên 8-9 metre firehiya wan hene hatine kolandin. Li devê derî jî 7 metre kûrahî xendekek hatiye çêkirin.

Ji bo parastina kelehê, gelek bircên bi şeklên cuda ava kirine. Di van bircên ku hin ji wan çargoşe, hin lakêşe, hin jî sêgoşe ne de, cihê tîrevanan hatine çêkirin.

Di dema êrîşekê de, tişta yekem kelehê diparêze xendek in. Ger êrîşkar xendekan derbas bikin ev car rastî dîwarên rast û bilind tên. Ger bixwazin bi van dîwaran ve hilkişin jî ji hêla tîrevanan ve têne bêbandor kirin.

Yekane deriye kelehê ku li Firatê dinihêre ji hêla 2 bircan ve tê parastin. Li ser kîtabeyeke kevirî ku li jora derî ye bi erebî medhê Zahir Qazî hatiye kirin. Dîsa li ser kevirên mezin û giran jî nivîsên behsa Eyyûbiyan dikin hatine nexşkirin.

Di jêrzemîna kelehê de; depoyên çekan, depoyên avê, bircên parastinê, gor û riyên veşartî hene. Di qata yekemîn de qesreke biçûk, salonên mêvanan, hemam, firûn, bircên parastinê yên tîrevanan, çarşî, odeyên gumbetî yên deriyê wan li vê çarşiyê dinihêrin û axoyê hespan hene. Ji bo girêdana hespan jî kevir hatine qulkirin. Dîsa li vê qatê odeyeke ku genim dihêre û dike ar jî heye û hîn jî destarên aş di odeyê de ne.

Balkêş e di avahiyên nava kelehê de qet şibake tune ne. Ji bo ronahî û sîrikulasyona hewayê jî di jora odeyan de kun hatine vekirin.

Li qata duyemîn ku hemû derdora Firat û çiyayan xuya dikin çend avahî hene. Li vê beşê mizgefteke biçûk, hemam û odeyên bêhnvedana fermandarên leşkerî hene.

Dîsa di kelehê de riyên veşartî ku ji qata duyemîn ber bi zemînê kelehê ve diçin hene. Ji van riyên veşartî yek, piştî demekê dibe 2 rê. Riyek dadikeve kêleka Firatê. Bi deriyekî kevirî yê dîrokî ev rê hatiye parastin. Riya din jî piştî 10-15 gavan dixitime. Li gorî rîwayeta îhtimala riya xwe berdide binê Çemê Firatê ev rê be. Çeteyên DAIŞ’ê diyar e bi kompresoran xwestine tehtê qul bikin. Dîsa li çend odeyan jî ji qulên ku bi kompresorê hatine vekirin diyar dibe DAIŞ li riya veşartî geriyaye.

Li ser avahiya ku ji hêla rejimê ve ji bo parastina kelehê hatiye çêkirin, hê jî şopên şer hene. Navê DAIŞ’ê (El Dewlet-ul Îslamiyye Fil-Iraq We-Şam) bi tîpên erebî li ser dîwar e. Dîsa şopa gelek guleyan heye.

DAIŞ’ê her çiqas keleh nerûxandibe jî, li goristana dîrokî a derveyê kelehê 2 cihên dîrokî hilweşandine.

Bi rizgarkirina Keleha Necmê re careke din mirov dikarin vê keleha ji gelek şaristaniyan re mazûbanî kiriye ziyaret bikin. Her roj bi dehan welatî ji herêmên din yên Rojava û kesên ji derveyî welat tên Rojava, vê keleha dîrokî ku li gel hemû êrîşan li ser piya maye ziyaret dikin.

Abdurrahman Gok - dîhaber