MÛGLA - Li Mûglayê, bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li Stenbolê ku 45 kes têde miribûn re heye, kesên hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, derket holê ku kincên wan î herêmî û pirtûkên Mehmet Ûzûn ên li mala wan wek delîlên sûcî hatine hesibandin.
Di 11'ê kanûna 2016'an de li Beşîktaşa Stenbolê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di vê êrîşê de 36 jê polîs bi giştî 45 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî vê êrîşê, li Mûglayê bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşê re heye Hevserokê HDP'a Navçeya Mîlasê Kamûran Dogan û xwendekarê zanîngehê Aydin Orûç hatibûn binçavkirin û piştî 6 rojên binçavkirinê hatin girtin. Dogan û Orûç, ji ber ber bi kincên herêmî şal û şepik li xwe kirine û wêneyên wan li ser medyaya civakî parvekirine, ev kincên wan wek "Kincên dişibin unîformayê rêxistinê" hatin wesifandin û li ser vê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin girtin.
PIRTÛKA MEHMET ÛZÛN WEK DELÎLA SÛCÎ HAT HESIBANDIN
Di lêgerîna li mala xwendekarê Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Mervan Soylemez de, pirtûka Mehmet Ûzûn a bi navê "Ronî Mîna Evîn, Tarî Mîna Mirinê" hat desteserkirin. Pirtûk wek delîla sûcî hat hesibandin û Soylemez jî ji ber pirtûkê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin.
‘GIRTIN DERHUQÛQÎ NE'
Parêzer Gulfem Karataş got, ev girtinên pêk hatin bi temamî derhuqûqî ne û wiha axivî: "Muwekîlên min parvekirnên xwe nêzî salek berê kirine. Kincên Kamûran Dogan û Aydin Oruç li xwe kirine wek delîlên sûcî hatine hesibandin." Karataş got, îtiraza wan î ji bo girtinê hatiye redkirin û wiha axivî: "Ji darazeke evqasî alîgir e, em ne li benda darizandineke adil in."