Bi tonan axê dikişîne û nan dibe mala xwe

EDENE - Li Edeneyê, Cûmalî Mendeş ku tevî hevjîna xwe li serayê dixebite diyar kir ku, li gel nexweşe jî rojê bi heqê 50 TL'yî bi tonan axê dikişîne û bi vî awayî li zarokê xwe dinere. Mendeş wiha got: "Li gel ji kezeba xwe nexweş im jî, ji bo muhtacî kesî nebim dixebitim."

Di salên 90'î de li herêmê ji ber polîtîkayên şerî bi hezaran malbatî ji neçarî koçî Edeneyê kir û li zeviyên Çûkûrovayê dest bi xebatê kir û ji bo îdameya jiyana xwe têdikoşin. Yek ji van malbatan jî, malbata Mendeş e ku di 1994'an de ji Gundê Aladdînê yê Dara Hênê ya Çewlîgê koçî Edeneyê kirin.

'ME FEQÎRIYA DI NAV FEQÎRIYÊ DE DÎT'

Cûmalî Mendeş got, ew û hevjîna xwe zeviyan dixebitin û li 5 zarokên xwe dinihêrin û anî ziman ku, di salên ew hatin Edeneyê rastî rojên zor û zehmet hatine. Mendeş wiha got: "Di salên ewil de ji ber kar û mal tune bû, em wek penaberan li malên xizmên xwe man. Me feqîriya di nav feqîriyê de dît, li ser erdan, li înşaatan, di karên rojane de xebitîm. Piştî van salên zor û zehmet, me hinekî xwe da ser hev û niha xaniyekî me yê em lê bisitirên heye."

'EM 100 EREBOKÊN DESTA AXÊ DIKIŞÎNIN XETEKÊ'

Mendeş got, ew wek karên rojane diçe serayan û li wir darên porteqal, lîmon û hinaran dikesixîne û ji mesrefên zarokên xwe diçin dibistanê derxînin, hevjîna wî jî li gel wî li ser erdan dixebite. Mendeş got, keçeke wî diçe zanîngehê û zarokên wî yên din jî diçin dibistana seretayî. Mendeş ragihand ku, ew tevî hevjîna xwe bi sedena erebokên destan ên axê dikişînin serayê û wiha axivî: "Tevî me 13 kesên din jî hene, karekî zehmet e. Em ji bo her xeteka sereyaê 100 ereboka axê dikişînin. Her xetek bi qasî 40 metreyî dirêje û bi qasî 80 santîmî jî fireh e. Li vê serayê petat tên çandin. Em bi tonan axê dikêşin serayê."

'NEXWEŞ IM, LÊ MECBÛR IM BIXEBITIM'

Mendeş anî ziman ku, ji bo li zarokên xwe binere ew mecbûre di karên wisa de bixebite û wiha axivî: "Ji sibehê heta êvarî, em 50 TL'yî dixebitin. Ji ber em mecbûr in, em di karê wisa de dixebitin, berdewamiya karên wisa tune ye. Ji kezeba xwe nexweş im, lê ji bo muhtacî kesî nebim dixebitim. Li Tirkiyeyê rêjeya betaliyê li ber çava ye, heke li welat aştiyeke navxweyî çêbibe wê aborî baş bibe û wê betalî kêm bibe, hêviya me ev e."