RIHA - Li Rihayê ji 250 kesên piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê hatin binçavkirin piştî 22 rojan jê 39 kes sewqi dozgeriyê kirin. Ji 39 kesan 13 kes hatin girtin.
Li navçeya Beşiktaşê ya Stenbolê piştî di 10'ê kanûnê de li dijî hêzên çevîk êrîş pêk hat û piştî êrîşê bi fermana Wezîrê Karên Hundir li dijî endam û rêveberên HDP û DBP operasyon pês hat. Di operasyonê de li Rihayê rêveber, şaredar, mamoste, parêzer jî di navde 250 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin mêr li Salona Suporê ya Lîseya Sabîha Ozlek, jin jî li Midûriyeta Polisan dihatin rawestandin. Ji 250 kesên di 12'ê kanûnê de hatin binçavkirin jê 39 kes piştî 22 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 39 kesên sewqî dozgeriyê kirin jê 13 kes hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: Ahmet Vural, Şefika Kandal, Ahmet Dogan, Akil Gulbeden, Îbrahim Aykaş, Ahmet Înal, Engîn Çakar, Ahmet Ekîncî, Abdurrahman Aydogdu, Mustafa Altun, Adnan Etlî, Fehime Turan û Yusuf Gulbeden bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.
26 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Parêzer Sait Dag, Ozkan Goren, Mevlut Guneş, Serdar Gokhan û Mahir Kaya di dawiya hefteyê de hatibûn berdan.