Ji bo qereqolên Sûrê 'Bismillah'

AMED - Li navçeya Sûrê ya ku ji bo gelek şaristaniyan malovanî kiriye ji bo projeya ku dê 6 qereqol û riyên "ewlehiyê" bên çêkirin billboardên ku li ser wêneyê Serokwezîr Bînalî Yildirim û nivîsên "Ji bo Sûrî bismillah" û "Sûr bi hezkirinê bilind dibe" hatin daliqandin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya ku ji 2'ê Kanûna 2015'an heta niha li 6 taxan berdewam dike, xirakirina navçeyê jî didome. Rayedarên hikûmetê yên hatin Amedê û gelek gotin anîn ser ziman jî heta niha li şûna ku sozên xwe bi cih bînin lez dan xirakirina navçeyê.

YILDIRIM JÎ 'JI BO SÛRÊ BISMILLAH' GOT

Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu dema hatibû Amedê ji bo navçeyê gotina "Em ê Sûrê bikin wekî Toledoyê" bi kar anîbû, Bînalî Yildirim ê ku hat cihê wî jî bi wêneyên xwe li billboardan dagirt. Hate fêmkirin ku afîşên "Ji bo Sûrê bismillah" û "Sûr bi hezkirinê bilin dibe" ji bo danesîna projeya îmarê ya Sûrê ye. Li navçeyê li aliyekî xirakirin berdewam dike li aliyê din jî li noqteyên cuda yên navçeyê billboardên hatine daliqandin dibe sedema nerazîbûnan.

PROJEYA 6 QEREQOLAN

Derket holê ku aliyê projeya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve reklama wî tê kirin înşeatên qereqolan e. Di çarçoveya projeya ku di 28'ê kanûnê de ketiye dewreyê li taxa Hasirliyê 2, li Cvatpaşa, Îskenderpaşa, Melîkahmet û Alîpaşayê dê 6 qereqol bên çêkirin.