STENBOL - Avakarê Damezrandina Fikrê Ekopolîtîk Tarik Çelenk derbarê rageşiya derve û hundir a ku Tirkiye dijî de axivî û derketina ji vê rageşiyê bi aştiya bi kurdan re, pêşnûmeya Qanûna Bingehîn paşve kişandin û pêşiya bêyî girtin darizandin pêkane.
Avakarê Damezrandina Fikrê Ekopolîtîk Tarik Çelenk derbarê rageşiya civakî ya li Tirkiyeyê, bombeyên diteqin, krîza aborî, xirapbûna têkiliyên derve de axivî. Çelenk, diyar kir ku DAIŞ li Tirkiyeyê dikare ji xwe re bingehekê ava bike û wiha got: “Beriya salan dema li Afkanîstanê penaberan li dijî dagirkeran şer kirin, piraniya şeran li Anatolyaya Navîn bi fikrê îslamyetê hatin kirin. Di dîroka îslamyetê de dinava mezhep û meşrepan de derketinên radîkal çêbûn divê neyê jibîrkirin. Em binêrin ku Talîban bi mutasyonek çawa re rû bi rû ma. Divê rayedar li ser tiştên niha nabînin dê gefên çawa li wan bikin serê xwe biêşînin.”
Çelenk, derbarê gotinên nefretê yên ji ber êrîşa Reînayê ya ku 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndarbûn di tora civakî de derketine de jî wiha got: “Piştî êrîşên wiha di civakê de ‘beşbûna paronoîd’ carekdin derdikevin holê. Piştî her êrîşê ev derdikevin pêş. Di cîhana me ya fantaziyan de em hevdu sucdar dikin û em tên wê halî ku xizmeta armanca terorê dikin. Em hestên baweriyê tune dikin.”
BÊBAWERÎ Û KOÇBERÎ BIFIKARE
Çelenk, bi lêv kir ku di van rojan de gotina ‘koçberiya laîk’ ketiye jiyana wan û wiha pêde çû: “Kesên edaletperest û laîk ên Tirkiyeyê êdî derketina derveyî welat ji xwe re çare dibînin. Ji bo kesên bi berstûkên spî yên ji Tirkiyeyê koç dikin li gelek cihên Ewropayê maseyên koçberiyê tên avakirin. Divê kêmbûna van koçberiyên civakî me rihet neke ji ber ku bandora wê ya entelektuel-nîtelîk bifikare.”
‘DIVÊ EM TALÎBAN JI BÎR NEKIN’
Çelenk, da xuyakirin ku Tirkiye di pêvajoyek xeter re derbas dibe û wiha domand: “Tirkiye ji bûyerên civakî yên ku dicih de dizivirin re biducane.Hijmediya dibêje mejiyê DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ji xwe re bingeh ava dike ji rastiyê dure. Beriya salan dema li Afkanîstanê penaberan li dijî dagirkeran şer kirin, piraniya şeran li Anatolyaya Navîn bi fikrê îslamyetê hatin kirin. Di dîroka îslamyetê de dinava mezhep û meşrepan de derketinên radîkal çêbûn divê neyê jibîrkirin. Em binêrin ku Talîban bi mutasyonek çawa re rû bi rû ma. Divê rayedar li ser tiştên niha nabînin dê gefên çawa li wan bikin serê xwe biêşînin.”
Çelenk, da xuyakirin ku ji bo Tirkiye ji krîza heyî derbikeve divê tişt ku bike eve: “Divê destpêkê guherînên Qanûna Bingehîn paşde bikişîne. Ji ber ku ev paket di nîva civakê de hestên bêbaweriyê kûr dike. Divê demildest darizandina bê girtî bikeve meriyetê. Nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de ne divê bêyî girtî bên darizandin. Divê Tikiye qerta xwe ya kurd bigire destê xwe. Li hundir bi kurdên xwe re aştiyê pêk bîne ev dê derve têkiliya bi DYE û Rûsyayê rihettir bike. Divê di mijara xebatên xweser ên Banka Navendî û saziyên aborî de tu teredut neyên kirin.”