BES: Bila rêveberê me Yildirim ê nexweşê giran bê berdan

ENQERE - Rêveberê BES'ê Civan Yildirim ku li ser îxbarê hat girtin, li gel nexweşiyê pêwiste bi cîhazê tibbî bijî. Parêzer û hevalên Yildirim xwestin Yildirim bê berhdan û li derve bê dermankirin.

Rêveberê Sendîkaya Kedkarên buro (BES) Civan Yildirim di 22'ê Kanûna 2016'an de li ser îxbarekê hat girtin. Yildirim ji ber nexweşiya xwe divê bi cîhanaz bê dermankirin. Sekreterê Giştî yê BES'ê Davut Balikçi û Parêzera wî Duygu Demirel, têkildarî rewşa Yildirim daxuyanî dan û xwestin Yildirim serbest bê berdan.

Sekreterê Giştî yê BES'ê Davut Balikçi, diyar kir ku Yildirim nexweşê giran ê şekir e û divê Yildirim bi cîhan bijî. Balikçi anî ziman ku berî Yildirim bê girtin bijîşkan xwest ku ji dilê xwe anjiyo bibe û hêj nehat tedawîkirin hat girtin. Balikçi, da zanîn ku Yildirim divê serbest bê berdan û di nava şertên guncav de bê dermankirin û wiha got: "Niha li Tirkiye 9 endamên BES'ê girtî ne. Lê ev girtin nikarin li pêş xebatên me bibin asteng.

ÇAVKANIYEK NEDIYAR ÎXBAR KIRIYE

Prz. Duygu Demirel jî anî ziman ku muwekilê wê li ser îxbara çavkaniyek ne diyar hatiye binçavkirin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Demirel, anî ziman ku dozger ji ber ku Yildirim di çalakiya "Bertilkên Spî" de li pişt pankarta KJA rawestiya ye ev wekî sûc hesibandiye û hemû tawanbarî li dijî heq û hiqûqê ye

Demirel, da zanîn ku dema hat binçavkirin li gel rapora bijîşk jî dozger rapor li ber çavan negirtiye û derbasî girtekan nekiriye.