'Madem wê ava bikin çima xerab kirin!'

ŞIRNEX - Li Şirnex êdî ne gotin ne jî qaşo xebatên dewletê yên ji bo gel pere dikin. Gelê Şirnexê bi gotinên, "Maden hûn ê avahiyên nû çêbikin we çima xaniyên me hilweşandin" bertek nîşanî 'mizginiya' Walîtiya Şirnexê ya, "Em ê bajarek nû ava bikin didin.

Li gor agahiyan li Şirnex zêdetirî 2 hezar avahî hatine hilweşandin. Ne li Cizîrê, ne li Nisêbîn, Gever û Sûrê ne jî li bajarê Helebê yê Sûriye ku ev 5 sal in şer lê berdewam dike ev qas hilweşandin pêk nehatiye. Li bajêr mirov kê guhdar bike gotina hemû xaniyên me saxlem bûn tê dubarekirin û dema ku gel di noqteyên lêgerînê yên bajêr re derbas dibe hêzên dewletê belavokek weke ya kampanyayên hilbijartinê têxe destê gel de. Dema mirov li belavokê dinêre weke mizgîniyek a Walîtiya Şirnexê xuya dike. Gotina, "Em wê bajarek nû ava bikin" bala her kesê dikêşe û weke berteka dayîka Behiye Ertaş a, "Madem hûn dê avahiyên nû çêbikin û ewqas mesref bikin, we çima hilweşadin?" her kes bertekê nîşanî vê yekê dide.

DI NAV HILWEŞANDINÊ DE AGIRÊ TIFIK HILDIBE

Yek ji van kesan jî dayîka Nehiye Gelmez e. Dayîka Behiye ev 2 meh e ji bo ku xaniyê wê neyê hilweşadin rêyek dîtiye û xwe gehandiye mala xwe ya li taxa Bahçelîevler. Demê firavînê ye dema em silavê didin dayîka Behiye û cîranên wê yên ku lê bûne mêvan. Derdora xaniyê dayîka Behiye hemû hatiye hilweşadin û heya ber deriyê wê jî bûye betonê xaniyên cîranên wê yên hatine hilweşandin. Dayîka Behiye, hevjînê wê, keça wê, xortek ê cîranê wê û cîrana wê ya bi navê Behiye Ertaş li dora maseyek li ber deriyê malê li hev kom bûne. Li aliyê din çaydanek danîne ser tifikê nû çêkirî.

BAWERIYA ME BI DEWLETÊ NAYÊ

Piştî ku firavîn xwarin dayîka Behiye ango xwediya mala derdora wê hatiye hilweşandî bersivê dide pirsên me, "Baweriya me bi dewletê nayê. Dibêjin em dê xaniyên nû ji we re çêbikin. Ger wisa ye bila xaniyên me xerab nekin. Wê demê hewcehiya me bi tiştek din namîne."

TU FERQA MIN Û CÎRANÊN MIN NAKE

Dayîka Behiye jî weke gelek cîranên xwe dema fersendek dîtiye xwe gehandiye mala û ji bo ku xaniyê wê neyê hilweşandin perên xwe li jîngeha xwe kiriye star. Lê... Lê fêde nake, ji bo dayîka Hediye ferqa hilweşadina mala û cîranê wê nake. "Ev 2 meh e ji bo ku xaniyên me neyên hilweşandin em li ber rawestiyane. Duh xaniyê cîrana me hilweşandin. Tiştek bi xaniyê wê nehatibû lê dîsa jî xerab kirin. Tu ferqa min û cîranên me nake. Dema xaniyê wan were hilweşadin weke ku yê min hatiye hilweşadin." Ev gotin jî nîşan dide ku gelê Şirnex çiqas hevgirtiyê hev e. Ango dilsojê hev e.

ARMANCA DEWLET Û ERDOGAN XIRABKIRINA ŞIRNEX BÛ

Gotinên dayîka Behiye Ertaş carek din gotinên, "Mesele ne xendek in" tîne bîra mirov. Êdî her kes hêdî hêdî fêm dike sedema hilweşandina bajarekî ne xendek in. Dayîka Behiye jî bi van gotinan, "Ev 9 meh e em li ber zilm û zora vê dewletê. Armanca dewletê û Erdogan xerabkirina Şirnexê bû. Li derdora me xendek tunebûn lê hemû hilweşandin û dixwestin em bajarê xwe biterikînin" careke din bi bîr dixe ku mesele ne xendek bûn.

EM 20 SALAN XEBITÎN BILA JI ME DÛR BIN EM Ê 20 SAL DIN JÎ BIXEBITIN

"Em piçek axa xwe nadin hemû malê dewleta tirk. Em li ser vê axê hatine dinê û ji dilê me dernakeve." Ev hevokên dayîka Behiye girêdana wê ya bi xaka wê re dide nîşan.

Dayîka Behiye jinek kedkar e. Ew û zarokên xwe 20 salan di bexçeyan de xebitîne heya ku ji bo xwe xaniyek çêkirine ku serê xwe têxinê. "Bila bela xwe ji me vekin em dê xwe xwe xaniyên xwe çêbikin. Em dê bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Çawa em bi rezaletî û perîşanê li bajaran, di bexçeyan de xebitîn, em wê cardin bixebitin û malên xwe ava bikin. Em 20 salan xebitîn me piçek xanî çêkir. Em wê 20 sal din bixebitin cardin ji xwe re piçek xanî ava bikin." Lê li gor plana dewletê destûra vê daxwaza dayîka Behiye nayê dayîn. Waîtiyê mizgînî daye û dê bajarek nû ava bike!

'EW BÊ ŞEREF IN'

Dema mijara îhaleya hilweşandina xaniyên gel vedibe dayîka Behiye hêrs dibe. Hêrsek zêze... "Ew bê şeref in. Xaniyên me hemû dane îhaleyan. Hêsinê malên me, xurdeyên malên me dibin. Dikevin malên me û tu tiştê heyî hemûyê didizin. Ketine malan min bi xwe û hemû pîsatiya xwe hiştine hundirê mala min de."

'DIBÊJIN WALÎ HAT' BÊDENGIYEK...

Û dayîka Behiyê li pişt me dinêre, "Dibêjin vaye walî hatiye" bêdengiyek...

Walî hat, bi artêşek tîmên taybet ve. Li ser hilweşandina malên gel çavdêriyek û lêkolînek rojane kir. Piştre. Piştre dîsa bi artêşa xwe re li wesayîtên xwe yên zirxî siwar bûn û çûn.