HATAY - Li îskenderûnê di serdegirtina malan de 2 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Li Hatayê jî ji 28'ê Kanûnê heta niha 15 kes hatibûn binçavkirin.
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê polîsan serê sibê bi ser malan de girt û xwendekarên bi navê Enver Alan û Şefik Tabanli hatin binçavkirin. 2 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin midûriyeta polîsan. Li Hatayê ji 28'ê kanûnê heta niha 15 kes hatibûn binçavkirin. 15 kesên di navde Seroka Rexistina Bajar a Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Hulya Kavuk jî heye
8 rojin di bin çavan de nin.