Îdiaya ji gardiyanan gefa 'em ê we bikujin'

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Meclîsa Şaredariya Sîlopiyê Abdulazîz Tanrikulu yê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê ye îdia kir ku gardiyan gefa "em ê we bikujin" li wan dixwin.

Rojên borî derketibû holê ku di 9'ê mijdarê de gardiyanan bi ser qawîşên Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê de girtine û girtî rastî êrîşê hatine. Piştî ku bûyer hate bihistin malbatên ku ji ewlehiya canê gritiyan ketin fikarê banga bihistiyariyê kirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Sîlopiyê Abdulazîz Tanrikulu yê li girtîgehê ye di telefonê de agahî daye malbata xwe.

Birayê Tanrikulu, Esat Tanrikulu diyar kir ku rojên şemiyê bi birayê xwe re bi telefonê diaxivin herî dawî birayê wî gotiye ku gardiyanan ew derb kirine, 2 girtî di encama vê yekê de birîndar bûne lê ew nebirine nexweşxaneyê.

'EM BI FIKAR IN'

Tanrikulu got ku birayê wî agahiya "jixwe mafê me yê telefonê asteng kirin, nahêlin em kesekî bigerin, ji me re dibêjin em ê we bikujin" daye. Tanrikulu diyar kir ku ew ji ber tiştên ku qewimiye bi fikar in, têkîldarî derbkirinê li îdareya girtîgehê geriyane lê îdareyê bersiv nedaye telefonên wan. Tanrukulu diyar kir ku ew ê serî li Komeleya Mafên Mirovan bidin û banga bihistiyariyê li hemû kesan kir.