Serokê Baroya Wanê Tîmur: Maf û azadî bi awayekî kêfî tê binpêkirin

WAN - Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur diyar kir ku qedexeya meş û xwepêşandanan a li Wanê kêfî ye û wiha axivî: "Îxtidara siyasî hewldana darbeyê nîşan dide û OHAL'ê ji bo xwe bingeha qanûnî dihesibîne û bi awayekî kêfî maf û azadiyên bingehîn bin pê dike."

Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur qedexeya meş û xwepêşandanan ên ku li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heta niha qedexe ye nirxand û diyar kir ku bingeha qedexeyan OHAL e. Tîmur anî ziman ku beriya hewldana darbeyê li hemû bajarên Kurdan bi awayekî fiîlî xwe qedexe hebûn, di warê hiqûqî de qedexe kêfî ne, madeyên qanûnan ên der barê maf û azadiyan de tê binpêkirin.

Tîmur di berdewamê de wiha got: "îstidara siyasî hewldana darbeyê hincet nîşan dida û OHAL îlan kir vê yekê jî ji bo xwe dike bingeha qanûnî û bi awayekî kêfî jî maf û azadiyên bingehîn bin pê dike."

Tîmur destnîşan kir ku hikûmet bi bingehekî otorîter hewl dide îxtîdara xwe bidomîne di warê hiqûqî de tu bingeha qedexeyan tuneye. Tîmur wiha got: "Ji ber ku hem qanûna bingehîn hem jî biryara ku Dadgeha Qanûna Bîngehîn ji bo OHAL'ê daye hene, ev li dijî hemûyan e. Em jibilî dewleta otorîter, tiştekî din nabînin."

'RIYA AŞTIYA CIVAKÎ PÊŞVEBIRINA MAF Û AZADIYAN E'

Tîmur da zanîn ku ji ber ku ewlehiya can tuneye, di warê maf û azadiyên bingehîn de fikarên cidî hene û herî dawî wiha axivî: "Hemû qedexe û pêkûtî di civakê de me paşde dibe. Tekane riya aştiya civakî qedexekirina maf û azadiyan na, pêşvebirina maf û azadiyan e."