Li Rihayê îdiayên nû yên îşkenceyê

ENQERE- Girtiyên ji Girtîgeha Rihayê name ji ÎHD’ê re şandin gotin ew rastî îşkenceyên wek “ceryandayînê, bi pense kişandina diran, şidet û gefa zayendî” tên.

Ji Girtîgeha Rihayê bi sedan serlêdanên îşkenceyê ji bo Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tên kirin. Di nameyên ku girtiyên siyasî şandin de, îşkenceyên giran û pêkûtiyên rêveberiya girtîgehê hatin ragihandin.

'19 ROJAN DOMAND’

Li Girtîgeha Rihayê girtiyê bi navê Cemal Işik ragihand ku, beriya demekê ew bi rêyên qanûnî çûye Sûriyeyê û di êrîşeke DAIŞ’ê de birîndar bûye, di vê êrîşê de ji guhê xwe yî rastî bûye û sehekên çavên xwe winda kirine. Işik diyar kir ku, dema vegeriya Tirkiyeyê jî, di 15’ê tebaxa 2016’an de di serdegirtina mala wî de hatiye binçavkirin û pişt re hatiye girtin.

Di dema binçavkirinê de lêdan, heqaret û îşkenceyên rastî wê hatiye wiha ragihand: “Ji min hat xwestin ku ez îfadeya ji aliyê peywirdarên lêpirsînê hatiye amadekirin îmze bikim. Pêvajoya tazîkirin, derbkirina cihê zayendî, xistina copan, ceryandayîn, gefxwarinên mirinê û hwd. tam 19 rojan domand.”

BIŞÎJK BÛN ŞAHID’

Li gor tiştên Işik nivîsandiye, dema ew rastî îşkenceyê hatiye bijîşk jî bûne şahid û navenda îşkenceyê diyar kir: “Di vê pêvajoyê de gelek caran ez ji ser hişê xwe çûm. Her carê min dişandin nexweşxaneyê û dema dihatim ser hişê xwe, îşkence ji cihê mayî didomiya. Ev hemû li Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Serêkaniya Rihayê pêk hatin.”

EKÎBA TAYBET YA İŞKENCEYÊ

Farûk Baygûtê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê ragirtin jî nivîsandiye ku, ew di 13’ê sibata 2016’an de hatiye binçavkirin û ew birine Muduriyeta Polîsan a Kaniya Xezalan.

Baygût ê ku behsa ekîbeke gotine “Em polîs in” dike wiha radigihîne: “Polîsên li vir gotin, ‘tiştekî em bikin tune ye’ û em birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê. Li vir ji paş de em kelepçe kirin û çavên me girêdan. 5-6 kes digotin, ‘em polîsîn, ekîbeke ku bi taybetî hatine peywirdarkirin.’ Kincên li ser me hemû derxistin û bi awayekî şilfîtazî em îşknce kirin û heqaret li me kirin. Rojekê domiya. Dawiyê kesekî ku em pê hesiyan polîs e, got ez parêzer im û ji me xwest em îfadeyan qebûl bikin.”

'BI PENSE DIRANÊ MIN KIŞANDIN’

Yûsûf Çetîn ê ku radigihîne ew di 27’ê tîrmehê de li Kaniya Xezalan hatiye binçavkirin jî, nivîsand ku cendirmeyan ew biriye Qereqola Cendirmeyan a Kaniya Xezalan. Çetîn anî ziman ku, dema wî birine qereqolê di wesayîta zirxî de bi lêdaneke dijwar îşkence dest pê kiriye û paşê polîsên sivîl hatine qereqola cendirmeya û ew îşkenceya giran domandiye.

Çetîn di nameya ku ji ÎHD’ê re şandiye îdiayên wiha dike: “Çavê min girtin, kincên li ser min derxistin, ji paş ve destê min kelepçe kirin û dest bi îşkenceya giran kirin. Ji dêma min î çepê bi zorê bi pense diranekî min kişandin. Ser çavê min di nav xwînê de ma. Çek spartin serê min, gef û heqaret li min xwarin û bi vî awayî bi zorê îfadeya ku wan amadekiriye bi min dan îmzekirin. Hem ji ber temenê min î biçûk hem jî ji ber bi fîzîkî ez biçûkim, ev ji aliyê derûnî ve bandoreke zêde li min kirin. Bi îşkenceyên giran derûniya min xera bû û min şok derbas kir.”

'TU ERMEN Î YAN MISILMAN?’

Alî Altûn ê ku di 10’ê sibatê de hat binçavkirin û girtin jî, li Şaxa TEM’ê ya Rihayê ji wî re tê gotin ku, ‘Tu ermen î yan misilman?’, îşkenceya ku rastî wê hatiye wiha radigihîne: “Tazî kirin, îşkence û heqaret kirin. Dema ez tazî bûm, çavê min girtiye. Sixêf kirin û gotin ‘Tu ermen î yan misilman î?’ û bi vî awayî ez rastî îşkenceya fîzîkî hatim.”

'GEF LI BIJÎŞK XWARIN’

Girtiyê bi navê Feyzûllah Kipçak anî ziman ku, ew di 27’ê nîsanê de li Pirsûsê hatiye binçavkirin û jina kup ê re hatiye binavkirin ji bo li ser wî îfadeyê bide rastî îşkenceyê hatiye. Kipçak ragihand ku, piştî îşkenceyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û polîsan gef li bijîkê li wir peywirdar xwarine. Kipçak tiştên hatine serê wî wiha vegot: “Dawiyê dubare em birin cem bijîşk. Dema bijîşk ez dîtim got, ‘min çi dîtibe ez ê wê binivîsînim.’ Polîsan bijîşk kişand koşeyekê û gef lê xwarin. Dema bijîşk hat, liv û tevgerên wî guherîn. Serê min û parxwann min şikestî bûn. Bijîşk got, ‘em ji bo serê te niakrin tiştekî bikin.’ Ji bo parxwanên min, ez şandim rontgenê. Lê belê hayê min ji encamê nebû.”

ÎHD: EM Ê ÎDIAYAN BIŞÎNIN NY’YÊ’

Li Rihayê têkildarî îdiayên îşkenceyê berê heyeta ku ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hatibû, li bajêr hin hevdîtin pêk anî bû û raporê bi raya giştî re parve kiribû. Piştî hevdîtinan, di daxuyaniya çapemeniyê ya 14’ê tîrmeha 2016’an de, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn îdiayên îşkenceyê daxuyandibû û anî bû ziman ku, ew ê mijarê wek rapor amade bikin û ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin.

BELGEYA ÎŞKENCEYÊ

Di meha tîrmeha borî de, parêzera M.A.G. û M.K. yên li Rihayê 7 rojan di bin çavan de mabûn, Gulhan Kaya jî daxuyandibû ku, muwekîlên wê bi çavên girtî rastî îşkenceyê hatine, di gireva birçîbûnê de bi zorê kolanya biw an hatiye vexwarin û bijîşkan jî şopên îşkenceyê raporkirine. Îdiayên îşkenceyê yên ji alyê rayaedaran hatibûn înkarkirin, paşê ji aliyê Pisporê Tiba Edlî Mehmet Alî Malkoç hatibûn belgekirin. Îşkenceya ku her du ciwan li Muduriyeta Polîsan a Halîliyeyê û Şaxa TEM’ê ya Muduriyeta Polîsan a Rihayê rastî wê hatibûn, bi awayekî hurguliyane di raporê de cih girtibû.