STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Setnbomê Pervîn Buldan xwest ku hevalên wan ê di çarçoveya oprasyona li dijî partiyan wan de hatine girtin serbest bên berdan û wiha got: “Em ê tu caran li dijî polîtîkayên we yên şîdetê serî ne tewînin. Em dixwazin hemû hevalên me yên li girtîgehan serbest bên berdan. Pêwîstiya me bi aştiyê heye.”
Di çarçoveya operasyona li dijî Partiyan Demokratîk a Gelan (HDP) de 28 kes hatibûn binçavkirin û piştî 23 rojan kesên hatin binçavkirin derxistin dadgehê. Endamên HDP’ê yên ku ji bo hevalên wan bên berdan li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin cem hev daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, Seroka Giştî yê ESP’ê Çîçek Otlu, endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsum Agaoglu, berdevkê bajar ê HDK’ê Şamîl Altan tevlî bûn de pankarta "Qirkirinên siyasî me bêzar nakin” hat vekirin. Di daxuyaniya ku dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “HDP bêdeng nabe nayê bêdengkirin” hatin berzkirin de destpêkê Serokê EMEP’ê yê Stenbolê Guven Gerçek axivî.
Gerçek, diyar kir ku yên hatine binçavkirin rêvebirên partiya ku di hilbirtinan de 6 milyon deng giritne ne û wiha got: “Qesra ku welat birêve dibe, dixwaze civakê teslîm bigire û dixwazin welat bi OHAL’ê birêve bibin. Divê em li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê bi hevre li berxwe bidin. Yên binçavan divê demildest bên berdan.”
Piştre seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) a Stenbolê Ozge Akman axivî. Akman, da zanîn ku ev bêhiqûqiya heyî bi OHAL’ê didomînin û wiha pêde çû: “Li vî welatî OHAL ji bo muxalifan tê îlan kirin. Em ji bo aştî û biratiyê têdikoşin. Em ê destûrnedin ku ji bo serokatiyê vî şerî bidomînin. Em ê destûr nedin vê bêhiqûqiyê. Tu hukmê van KHK’an tune ye.”
'EM Ê TE NEKIN SEROK’
Seroka Giştî ya Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) Çîçek Otlu jî wiha got: “Em ji dîktatoriya AKP’ê re dibêjin ku em livirin û hunê nikaribin me tune bikin. Em dirûşmeya ‘em ê te nekin serok’ dubare dikin. Em ji kesên ku qadên demokrasiyê teng dikin re dibêjin em livirin. Em ê bi berxwedanê serbikevin.”
TÊKOŞÎNA BI DARBEYÊ RE NE BI KHK’Ê BI AŞTIYÊ PÊKANE
Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan jî wiha axivî: “Hevalên me 25 rojan dibin çavan de hiştin. Em armanca vê bêhiqûqiyê dizanin. Di bin navê têkoşîna bi darbeyê re dixwazin bi OHAL’ê welat birêve bibin. Têkoşîna bi darbeyê re bi KHK’an ne pêkane tenê dikarin bi demokrasî û aştiyê têbikoşin. Ji bo serokatiya dixwazin HDP’ê û muxalifan tune bikin. Em bi giritn û kuştinan xilas nabin. Em ê di sinqokên ku derbikevin pêşiya me de wan bixin çopê dîrokê. Îro Tirkiye girtîgeha ser vekiriye hemû kesên siyasetê dikin tên girtin. Sûcdarkirin me şaşwaz dike. Em ê tu caran li dijî polîtîkayên we yên şîdetê serî ne tewînin. Em dixwazin hemû hevalên me yên li girtîgehan serbest bên berdan. Pêwîstiya me bi aştiyê heye.”